ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava  ku li navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan tê lidarxistin di roja 2‘yemîn de didome. 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD‘ê ya bajarê Kobanê li dijî lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve meşekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Suryanên navçeya Tirbespiyê li dêra Meryem El-Ezra cejna Paskalyaya rojhilat pîroz dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê êla El-Şerabîn Mihemed Arif destnîşan kir ku êlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmek ewle bi ya sponseriya Tirkiyê red dikin û got: "Em qebûl nakin ku Tirkiye derbasî bostek xaka Sûriyê bibe. Tirkiyê bi hinceta herêma ewle hewl dide komployên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Kewser Doko prosesa perwerdeyê ya îsal baş nirxand û diyar kir ku ew nehêlin ku kêmasiyên îsal sala bê dûbare bibin. Kewser Doko her wiha soz da ku şêniyên herêmên nû hatin rizgarkirin ku dê sala bê derbasî perwerdeyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê gotin, Ocalan rêberê hemû gelan e û tecrîda li ser wî hatiye ferzkirinli dijî pîvan û qanûnên navdewletî ye. Her wiha bêdengiya navdewletî ya li hemberî tecrîdê wekî erêkirina siyaseta Tirkiyê li hemberî Ocalan bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê bal kişandin ser gefên dagirkeriya Tirkiye yên li ser herêmê û gotin: "Gelê Kurd xwedî şarestaniyeke herî kevnar di cîhanê de ye, di heman demê de gelê herî zêde ku rastî êrîşan tê." Şêniyan diyar kirin ku li hemberî gefan wan xeta berxwedanê hilbijartine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê ji sala 1972‘an ve xaka Sûriyê parçe dike û rêjîma Sûriyê vê yekê temaşe dike. Şêniyan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê rabin ser piyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanyarên Olî yên ku beşdarî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bibûn diyar kir ku cewherê Îslama rasteqîn ew e ku hemû mezheb, ol û baweriyan qebûl bike û gotin: "Peyaman hemû baweriyan yek e, aştî, hezkirin, biratî û lêborîn e".(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Muslim destnîşan kir ku Rûsya û Îran kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê tawîzan didin û got: “Bêdengiya rejîma Sûriyê ji kiryarên dewleta Tirk re gelek fikarên li hevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê çêdike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Rayedarên MSD`ê diyar kirin ku di serdana wan a ji bo Fransayê, Macron soza paratina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her gefekê daye. Ji aliyekî din tora civaînên Astanayê di encama nakokiyan de di navbera dewletên grantor de yên girêdayî komîteya destûrî, têk çû. Her wiha bûyer li Sûdan û Cezayirê di encama guhertinên siyasî de gurtir dibin. Di encama windahiyên partiya Erdogan de di hilbijartinan de Davutoglu li dijî Erdogan derket. (BI WÊNE).

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina Yekîtiya Werzîşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînekê li navenda ciwanan a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Doxtorên bajarê Kobanê nexweşiyên ku di dema dawî de li Kobanê belav bûne diyar kirin û ji bo rêgirtina li ber nexweşiyan şîret dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA