ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi boneya roja cîhanî ya piskilêtan ku dikeve 3`yê Hezîranê, gelek rêxistinên sivîn pêşbirgek bi dirûşmeya tekerên aştiyê(dolabên aştiyê) pêşbirga piskêlêtan li bajarê Qamişlo li dar dixin saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Girê Spî ji civaka navnetewî xwestin ku dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê yên cem QSD`ê ava bikin û teqez kirin ku ew ên mafdar in ku DAIŞ`iyan darzînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve windayî ne û ti agahî ji wan nayê zanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Hevserokê Têkiliyên Dîplomasî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Hesekê bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji zêdegaviyên Tirkiyê, valakirina nuqteyên xwe yên leşkerî û radestkirina wan ji dagrirkeriya Tirk re diyar bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên taxa Şêxmeqsûd êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, siyasetên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) xizmeta gelê Kurd nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mirovên li kampa Holê dimînin nerazîbûnên xwe nîşanî rêxistinên mirovî dan ku rewşa wan paşguh kirin. Penabereke dibêje: "Heta niha me ti rêxistin li kampê nedîtiye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî bidawîbûna çinînê, şêniyên navçeya Şedadê dest bi komkirina pûş û ka kirin û ji bo avakirinê û êmên sewalan bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kêmbûna nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolara Amerîkî di vê dawiyê de bi awayekî neyînî bandor li şênî û tevgera bazirganî li Sûriyê dike. Bi taybet li gel tunebûna çareseriyên cidî ji bo pêkanîna aramiya aborî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA