ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê daxuyaniyekê der barê salvegera 6‘emîn a ragihandina rêveberiyê  de li kampa Berxwedana a kantona Şehbayê dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo got, şêniyên Efrînê ketine ferqa rastiya hewldan û armancên artêşa Tirk a dagirker. Lew ra di berxwedanê de li herêmên Şehbayê tevî dorpêç û zehmetiyan bi israr in."  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-DOSYA

- Bajarê Serêkaniyê ku wek warê Mîtaniyan dihate naskirin, ev 3 meh e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Bajarê ku bi kevneşopî û dîroka xwe dihat nasîn, niha hovîtî, binpêkirin, sûcên mirovî, koçberî û guhertina demografiyê tê de pêk tê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Îlham Ehmed bang li aliyên Sûriyê kir ku bigihîjin lihevkirinekê da ku rê li ber mudaxeleyên derve were girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên bajarê Helebê gotin, êrişên dawîn ên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Helebê tên wateya nûkirina xewna Osmaniyan. Siyasetmendaran bang li hêzên neteweyî yên li Sûriyê kirin ku yekîtiya xwe ava bikin da ku bighêjin çareseriyekê ku tevahî gelê Sûriyê jê razî be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên qebîleya Cibûr siyasetên dewleta Tirk û tevlikirina ciwanên Sûriyê di şerek ne rewa de yên li Lîbyayê şermezar kirin û gotin, binpêkirinên dewleta Tirk dûrî qanûnên Erebî û navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên bajarê Helebê diyar kirin ku dewleta Tirk bi siyastên xwe hewl dide projeyên yekîtiya kurdî têk bibe, ji ber yekîtiya kurdî projeyên wê yên mêtîngeriyê astend dike. Rewşenbîran anîn ziman ku yekrêziya kurdî mîsogeriya parastin û çareserkirina doza kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Li gorî nirxandinên çavdêran serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Cezayîrê di çaçroveya çend armancan de tê, jê sûdê ji aboriya welêt bigire, desteka Cezayîrê di rola Tirkiyê ya di Lîbyayê de bigire, her wiha Cezayîr wekî kaxzekê di derbasbûna xwe ya ji Afrîkayê de bi kar bîne. (BI WÊNE).

JIN

- Piştî ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin heya roja îro 30 jin ji aliyê çete û leşkerên dewleta Tirk ve rastî êrişên cinsî hatin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-4emîn Mîhrîcana Mîtan di roja xwe ya 4‘emîn de li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesên ku ji herêma Cizîrê û herêma Efrînê tev li 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bûne teqez kirin ku atmosfera mihrîcanê girêdana şêniyên Efrînê bi dîrok û şahristaniya xwe ve diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mihmed (7) û xuşka wî Rexed (8) ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê bê par neman û bûne şahidên qetilkirina diya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca pêşxistina rewşa tenduristiyê, li navçeya Şedadê komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê ya mezin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA