ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca ku agahî li ser  rewşa tenuristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdên meha Sibatê li navenda çand û hunerê ya bajarê Hesekê bi bîr tînin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Enes Ehmed Selama (Şêro Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, şênyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku destwerdanê bike da ku agahî der barê rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan bê girtin. Şêniyan destnîşan kirin ku dê têkoşînê dewam bikin heta agahiyekê li ser rewşa Ocalan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê gotin: "Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maf û azadiya bi milyonan ji alîgirên wî dike hedef." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Kesek a Kurdistanê Luqman Ehmê siyaseta “Encumeniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) ya li dijî yekîtiya Kurdan rexne kir û got: “ENKS ji yekîtiya Kurdan direve.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi rasthatina 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan û hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Fîras Remedan axivîn û gotin: “8’ê Adarê di xeta demokrasî û siyasetê de ji jinan re bûye meşale.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê diyar kir ku ji bo derbaskirina krîza sotemeniyê li bajarê biryar hate dayîn ku miqdara belavkirina mazotê li komîteyan were diyarkirin. Her wiha diyar kir ku mazot li xwediyên cenartoran, stastyon û welatiyan tê belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demên dawî de li zeviyên çandiniyê yên li derdora gudnê Eyn Dîwar ê herêma Dêrikê xenzîrên (Beraz) bejî belav bûne. Şênî ji ber vê yekê bi fikar in, ji ber ku zirar dighînin çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya herêma Firatê bi berhemên zivistanê yên baxçeyên sergirtî nirxên zebzeyan daxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA