ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Malbatên girtiyan ên li girtîhên Tirkiyê girtîne, diyar kirin piştî belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa zarokên wan ne diyar in û divê eşkere bikin. Malbatan bang li rêxisitnên navneteweyî û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku girtiyan serbest berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birîndarên şer bang li şêniyên bajarê Hesekê kirin ku pabendî qedexeya derketina derve bin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya kadroyên tenduristiyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber dorpêça ji aliyên hikumeta başûrê Kurdistanê û paşguhkirina navneteweyî, şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di mercên zehmet de dijîn. Dorpêç berdewam e. Gelek şêniyên wargehê ji cihên ku Koronavîrus lê belav bûye hatine. Berpirsên Kampê metirsiyên xwe der barê rûdana keraseteke mirovî de anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina mafên mirovan a herêma Cizîrê hişyarî da ku heger hikûmeta Başûrê Kurdistanê ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) raneke dê karesatên mirovî çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di nava qeyran û aloziyan de ku sedemên wê pergalên modernîteya kapîtalîzmê ye, girîngiya neteweya demokratîk wekî projeya çareseriyê derdikeve holê. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Çavdêr dinirxînin ku lihevkirina Moskove ya derbarê xewnên Tirkiyê yên li Sûriyê de ji sala 2011‘an ve daxist asta herî kêm û xwerasdestkirina ji Rûsyayê re ragihand. Li Iraqê jî alozî didome û tê îdiyakirin ku hewl tê dayîn ku serokê ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erekedarkirin were hilweşandin. Li cîhanê jî tedbîrên li dijî Koronavîrusê zêde bûn.

CIVAK Û JIYAN

- Bi berbelavbûna Koronavîrusê ya kujer li tevahî cîhanê re daxwaza rêbazên parastinê ji vê vîrusê bi taybet mask, zêde bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêwîstiya koçberên kampa Girê Spî bi destekdayîn û xizmetên tenduristiyê ji madeyên paqijyê, dezenfektekirinê û maskan heye da ku pêşî li belavbûna koroanvîrus ku li tevahî cîhanê belav bûye bigrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA