ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi sponseriya Qada Civakî û Komîteya Zarokên Astengdar çalakiyek bi boneya cejna Neol û sersalê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîra Dêrazorê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsa û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tînin şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku dawî li van êrişan bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên siyasetmedar diyar kirin ku wan gelek bang  ji rêxistinên cîhanî re şandine, tê de xwestin ku komîteyeke şopandina rastiyan û belgekirina binpêkirinan  bişîne û herêmê bixin bin parastina navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê, daxuyaniyê li kampa Serdemê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Êzidî yên herêma Efrînê, têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven daxuyaniyekî li pêşiya avahiya Yekitiya Êzidiyan a li navçeya Ehdasê didin, 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê meşekê li dar dixin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên li Reqayê êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li Sûriyê bi giştî û navçeya Eyn Îsayê bi taybet şermezar kirin û destnîşan kir ku Rûsyaya garantor berpirsa êrişên li dijî Eyn Îsayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li aliyên kurdî kirin ku ji bo yekitiya kurdan bixebitin û gotin: "Dem dema yekitiya kurdî ye, ne dema lihevkirina bi dijminan re ye.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Piştî sînorê başûrê Sûriyê yê bi Îsraîlê re, Rûsya li sînorên Sûriye-Iraqê jî ket pey şopa Îranê. Di demekê de ku behsa pêşbirk, nakokî û peymanên veşartî yên di navbera her du aliyan de tê kirin, hêzên alîgirên Rûsya li navarasta bajarê Bokemalê belav bûn û li ser rêya bejahî ku Tehranê bi deryaya Spî ve girê dide nuqteyên xwe ava kirin. Gelo rastî çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aborînas Mustafa Sonmez diyar kir ku ev demeke dirêj e Amerîka qedexeya veberhênana di pîşesaziya parastinê de danîbû ser Tirkiyê, ev qedexe bi cezayên CAATSA’yê bûye pêkanîneke fermî û got xuya ye cezakirinên di aliyê  boriyê de yên ji bo Tirkiyê dê berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).  

DOSYA

- Sala 2020`an li ser kantona Efrînê ya dagirkirî wekî kabûsekê derbas bû. Di vê salê de dagirkeriya Tirk sûcên kuştin, revandin, bazirganiya mirovan, xerabkirina cihên dîrokî, birîna daran û guhertina demografiyê zêdetir kirin. (BI WÊNE).

- Li gorî texmîn û nîşaneyan, DAIŞ stratejiyeke nû pêk tîne û li fikira "dewletê" ya têkçûyî venagere. Bi wê re pisporê kar û barên terorê hişyarî li ser pêleke nû ya DAIŞ’ê da, ku ji berê hovantir û tunditir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Beşdarên meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan  êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û gundewarên wê şermezar kirin û soza parastina herêmê û bilindkirina asta têkoşînê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên dawî yên PDK'ê dighêje navçeya Girkê Legê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ciwanê bi navê Ehmed Mihê di behreya xwe ya wênesaziyê de, ji bo wefedariya bi şehîdan re wêneyên wan xêz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komeleya Çanda Suryan a bajarê Qamişlo bi boneya hatina sala nû şahiyekê ji zarokan re li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê du malbatan ji gundê Ewer li hev tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA