ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-6-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Girkê Legê şehîd Zîlan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê hejmarek cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Dîcle oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşeke meşeleyan şehîd Zîlan bi bîr tînin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Amûdê ji bo bîranîna şehîd Zîlan çalakiyekê li avahiya xwe li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê  êla Omeriyan a navçeya Dirbêsiyê Hemîd Sadûm got: “Serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinên Kurdî-Kurdî gavek erênî û dîrokî ye. Divê aliyên Kurd li gorî hêviyên gel tevger bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Şehbayê pirsgirêka tunebûna mazotê û buhabûnê heye. Ji ber wê gelek ajokarên xetên di navbera gund û navçeyan de kiriyên çûn û hatinê zêde kirin. Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê got: “Heger hikumeta Sûriyê ev siyaseta xwe bidomîne dê aloziyek li ser tevahiya astan derkeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê di çareyeka duyemîn a sala heyî de komek proje bi lêçûna ku digihêje milyarek û nîv milyon lîreyên Sûriyê dan destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên bajarê Qamişlo gotin: “Em tecrîda girankirî ya dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, şermezar kirin. Em bang li jinan dikin ku dakevin qadan û banga azadiya Rêber Ocalan bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Lêkolînera Lubnanê û pispora karûbarên Tirkiyê Dr. Huda Rizq got: “Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve rêveberî radestî Îxwam El-Muslimîn kiriye. Xewênên Tirkiyê yên li Iraqê kevin in û bi derbasîbûna DYA û lawazbûna welatên Erebî re xewna wê nû bû. Pirsgirêka Tirkiyê ya navxweyî ji ber înkarkirina doza Kurd e.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê got: “Artêşa Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên wê yên resen vale dike, demografiya wê diguhere. Armanca wî ew e ku li herêmê artêşek inkişarî (Yenîçerî) ya Osmaniyan ava bike. Bi wê destwerdana welatên Ereb bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tu cudahî di navbera komkujiyên AKP’ê yên liser jinan û kiryarên DAIŞ’ê de tune ye û wiha got: “Armanca kiryarên AKP’ê yên li dijî jinê, fetisandina paradigmaya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye pêş e. Bi vê hovîtiyê sistema azadiya jinê, ekolojîk û komînal tê hedefgirtin.” (BI WÊNE).

PORTRA

- Şehîd Cîhad Dêrik ku beriya 21 sal ji ber biryara dewleta Tirk a darvekirina Rêber Abdullah Ocalan agir bi canê xwe xist, li tuxma agir bi tevahî bendena wî ketibû dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz dikir. Şehîd Cîhad ji beriya ku şehîd bikeve di roportajekî de gotibû: “Ger hûn pirs bikin Serok ji bo min çi ye? Bersîva min wiha ye; Serok ji bo min dinya, axîret, hebûn û nebûn e. Nasname, qehremantî, exlaq û hertişt di jiyanê de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê bang li aliyên têkildar kirin ku deriyê Til Koçber were vekirin da ku rewşa aborî ya li herêmê sivik bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tedbîrên ku Rêveberiya Trafîkê li bajarê Qamişlo girtine, asta qerebalixê di nav bajêr de kêm kir û trafîk jî birêxistin kir. Şêniyên bajêr dibînin ku ev tedbîr xizmeta tevahiya çînên civakê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA