ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

- Têkoşer Xemgîn Zîlan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî û tevlî refên YPG‘ê bû, xeta hevalê xwe yê şehîd şopand û di oxira parastina Helebê de ji komên çete, tevlî karwanê şehîdan bû.(BI WÊNE)

- Hiqûqnasa ji pêkhateya Ereb ê Kantona Şehbayê Nerîman Hisên destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên li Efrînê berdewama binpêkirinên DAIŞ`ê li herêmên ku berê dagirkiri bûne. Nerîman bang li  dadgeha cezayê ya navdewletî kir ku bi lez Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxîne û darizîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li herêma bakur rojavayê Sûriyê bi taybet herêmên bin serweriya dagirkeriya Tirk ji Cerablusê heya Efrînê ji destpêka meha Adarê ve gelek aloz bûne. Her wiha şêniyên wan herêman li dijî dagirkeriya Tirk serî hildidin û banga derketina wê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Parêzer û çalakgerê hiqûqî yê Sûrî yê muxalif Eksem Neîse serkeftina QSD`ê û têkçûna DAIŞ`ê ji aliyên siyasî re dertfetek e ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ku carek din nayê dubarekirin. Di heman demê de bang li tevahiya aliyên siyasî, leşkerî, hundirîn û derve kir ku yekrêziya xwe ava bikin da ku ji aliyê fikrê azad, demokarsî û zanîstî ve bi serkevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Mihrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol di roja xwe ya sêyemîn de bi pêşandina şanoya bi navnîşan Yekta li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam e. saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Pîşeya dirûtin û girêdana lihêfan ji pîşeyên kevn e û gelek jinan ev pîşe ji dayik an jî xizmên xwe digirin. Dayika Wîdad Neso yek ji jinên ku fêrî vê pîşeyê bûye û banga parastina wê dike ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA