ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Serêkaniyê û navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir û Til Hemîsê li dijî lêkirina dîwarên qutkirina Efrînê ji Sûriyê meşan li dar dixin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Muhtemedan a herêma Cizîrê kongreya xwe ya sêyemîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevên birçîbûnê de bi berxwedanek dîrokî bi nav kirin û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Kantona Şehbayê bal kişandin ser girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê û gotin: "Divê dadgehek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî werin darizandin û têkoşîn li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê were kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku Îslama rast ew a ku banga hezkirin, aştî û biratiya di navbera hemû ol û mezheban de dike. El-Qadirî bang li zanyarên olî kir li hemberî binpêkirinên dargirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn helwestek xurt nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên El-Keramê kiryar û komployên dagirkeriya Tirk li dijî xaka Sûriyê şermezar kirin. Her wiha teqez kirin ku Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dîwarê lêdike mîna ku Lîwa Skenderon qut kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Dîplomasî ya PYD‘ê ya Girê Spî Îsmaîl El-Qewas diyar kir ku Tirkiyê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û dagirkiriya xwe berfireh bike da ku xeyalê xwe yê zindîkirina împratoriya Osmaniya nû bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Minbicê konferansa xwe li Hola Meclisa Zagonsaz li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di encama baranên ku îsal barîne de li Tebqayê mewsima çandiniyê gelek pêşde çûye. Ji ber wê Komîteya Aborî û Gerînendeya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo parastina hilberîna îsal bi nêzîkbûna paletiyê re biryarname derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi "Leşkerên ne nas" têne bi navkirin, heger tenê rojek pêjna wan neyê kolanên bajêr xemgîn dibin. Em behsa karkerên paqijkirinê dikin ku ji bo paqijî û bedewbûna bajêr dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên makîneyên çinînê (Derase) ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina mewsimê îsal, dest bi sererastkirina wesayîtên xwe kirin. Xwediyên makîneyên çinînê sedema derengmayîna wan di sererastkirina wesayîtên xwe spartin rewşa hawayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA