ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Zeyd Zekeriya El-Ebas li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur oxir dikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên biyanî ku tev li çeteyên DAIŞ’ê bûne, îşaret pê kir ku di nav çeteyan de rastî tundî û zilmê hatine û dixwazin vegerin welatên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kirine ve li gel bêdengiya navdewletî û rêxistinên têkildarî parastina hawîrdorê, daristanên Efrînê dişewitînin. Rûbera zeviyên ku zirar dîtine derdora 11 hezar hiktar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Cezayirê  Şahir Wehîb got, Şoreşa Rojava di Rojhilata Navîn de tecrubeyek rasteqîn a demokrasiyê ye û destnîşan kir ku dewletên derve hewl didin bi rêya aloziya Sûriyê berjewendiyên xwe yên aborî pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Reqayê teqez kirin ku vîna jina azad û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên çalakiyên grevên birçîbûnê tiştê ne gengaz û xewna wan di rakirina tecrîda li ser Ocalan de pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi giyana hezkirin û dostanî 3 jin di kooperatîfek biçûk de li bajarokê Tenûriye girêdayî bajarê Qamişlo nobedariyê digirin û hewl didin rêgeza xwetêrkirinê di civakê de pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên Wê dest bi projeyeke perwerdeyê kir ku dê komeke muzîkê ya stranan ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Endamê rêveber ê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Herêma Serêkaniyê diyar kir ku dê dest bi perwerdekirina mamsoteyan li ser du beşan bikin da ku hejmara mamsoteyan li Serêkaniyê zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampa Holê ya 73 hezar kes hewandiye 2 rêxistin û 8 komeleyên mirovahiyê hene, lê rola xwe ya alîkardayîna bi koçber û penaberên kampê paşguh kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA