ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Star têkoşer Zeyneb Kenacî (Zîlan) li Hola Efrîn a herêma Şiqêf a Helebê bi bîr tîne, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Gel a Kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya Kortekê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê li ber avahiya Buroya Rêxistina Mafê Mirovan a taxa Asûriyê dide, saet, 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û muxalifê Sûriyê Ehmed El-Dirzî diyar kir ku Yekitiya Ewropa, Iraq bi kar tîne da ku ji DAIŞ‘iyên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî encamên serdanên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Başûrê Kurdistanê êrênî nirxand û got, wan gelek mijar girêdayî Efrînê û yekrêziya Kurdî nîşqaş kirin û dê mîna vê serdanê dûbare bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasê ji Efrînê Ebdo Sîdo diyar kir ku bêdengiya Rejîma Sûriyê û cîhanî li hember kirinên Tirkiyê li Efrînê tê wateya ku ew piştgiriya wê dikin û kiryarên wê qebûl dikin. Sîdo bang li wan kir ku şandeyan bişînin herêmê da ku rastiyên  sûcan belge bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Reqayê bi boneya salvegera avakirina meclisê şahiyekê li stada Sudasî li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bijîşkê nexweşiyên hindirîn Dr. Mihemed Nûr Mûselî, ji bo germahiya havîna îsal hişyarî da şêniyên herêmê û got: “Kesên temen mezin, zarok û nexweşên ku nexweşiyên wan ên domdar hene divê di navbera saet 13.00 – 10.00’an de dernekevin derve.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Tirbespiyê piştî biryara berfirehkirinê rêdayîna avakirina heta 4 qatan avahîsaziyê bi rêjeya ji sedî 10 û bi awayî balkêş pêşketiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kampên li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî pêşkêşkirina alîkariya û pêkanîna erkên xwe, ji Rêveberiya Xweser pirsgirêkek in. Rêveberiya Kampan amadekariyên vegera hejmarên mezin ji koçberan bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Aborî û Çandinî sedema başbûna kehrebeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand komkirina avê li paş bendan. Her wiha astengiyên ku rastî vî warî di dema nuiha de tên destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA