ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Sirînê salvegera 4‘emîn a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi şahiyekê pîroz dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê M.A jî wek bi hezaran şêniyên Efrînê zordestiya dagirkeriya Tirk dît. Li ber çavên wî mala wî desteser kirin, cîranên wî bi awayekî hovane îşkence lê kirin. Ji ber tirsa revandinê nekarî ji malê xwe derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî got: “Her êrîşeke bigûman ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat dê gefê li tevahî herêmê bixwe.  Em baş dizanin ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e ku ewlehî û aramiy pêkhateyên herêmê yên bi hevre dijîn xirab bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYEVÎN

- Pisporê dîroka gelan ê ku ji komkujiyên li ser Ermen xilas bûye Hamo Moskoviyan got: “Tu cudahî di navbera Erdogan û sultanên Osmanî de tune ye. Sultanên Osmanî di dirêjahiya 400 salên ku herêm dagir kiribû de, ji bo ku hegemoniya xwe ferz bikin, gelên herêmê kuştin, herêm wêran kirin û gelên wê dan koçberkirin. Erdogan jî ji bo pêkanîna xewna vejandina Împeretoriya Osmanî DAIŞ şand herêmê.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û wejevanê navçeya Şedadê Mihêdî El-Dexîm got: “Tirkiyê ji bo li herêmê desteka hewldanên DAIŞ`ê bike, hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike. Em li ser rêgeza biratiya gelan hevgirtinê dijîn. Em ti hebûneke Tirkiyê li herêmê napejirînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêveberiya Jinan a Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Lihevanînê ya Civakî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, di nava 128 dozan de  90 çareser kirin. Ev doz di 6 mehan de hatin çaresrkirin û ji van dozan 29 ên jinan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Enwer Mihemed ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, mêşên hingiv xwedî dike û parkek biçûk li ser banê mala xwe ava kiriye da ku salên koçberiyê ji bîr bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebaqyê hewl dide bi rêya perwerdekirina mamost û amadekirina hejmareke ya dibistanana asta perwerdeyê li herêmê xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel li gundê Hiwayêc Bomesa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê projeya torên ava vexwarinê ji 200 malan re bi dawî kir. Li aliyekî dîtir jî şaredarî torên kanalîzesyonê yên gundên girêdayî wê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA