ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Tebaxê yên ku di dem û cihên cuda de di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilataê Sûriyê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê fermandariya HRE Ciwan Efrîn diyar kir ku Rûsya li Efrînê bi dewleta Tirk re hevdîtinan pêk tine û helwestên xwe li dijî çalakiyên HRE nîşan dike. Ciwan Efrîn diyar kir ku heya rizgarkirina Efrînê wê çalakiyên wan berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnas û rewşenbîrên Efrînê destnîşan kirin ku tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatiye ferzkirin li dijî rêgezên mafên mirovan û qanûnên navdewletî ye. Her wiha tekez kirin ku doza Ocalan dozek cîhanî û mirovahî ye û dewlete Tirk bi rêya Tecrîdê hewl dide têkoşîna bi hezaran salan veşere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jina bi navê C.M. destnîşan kir ku çete milkên şêniyên gund talan kirin, jinên gund revandin û wan îşkence kirin. C.M destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker malbatên xwe yên ku ji Hema, Hims, Xûta û Idlibê anîne di gund de bi cih dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Weqfa Jina Azad a herêma Firatê navendeke xwe li bajarê Kobanê bi merasîmekê vedike saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ay Sûriy şaxê kantona Şehbayê panelek biu navnîşan Pêşeroja Sûriyê bi ciwanên xwe ve ronak e li hola Kampa Serdemê li kantona Şehbayê saet 18:00 li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Bi însiyatîfa ciwanan, da ku piştgiriya pêşketina zanîn, bilindkirina asta çanda civakê, teşwîqkirina vegera li xwendinê û çavdêriya li ser xweperwerdekirinê, pirtûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ hat vekirin. Her wiha ‘Pêşbirka xwendinê’ ji hêla ciwanan ve di asteke baş de hat pêşwazîkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber ku ava şûr derbasî nav ava bîrekê ji bîrên stasyona El-Iheymir bûye ava 12 gundên bajarokê Cezaa yê girêdayî navçeya Til Hemîsê qirêj bûye. Tevî wê jî ava 3 bîrên din jî qirêj bûne û ava stasyonê ji xizmetê derketiye. Şaredariya navçeya Til Hemîsê hewl dide komîteyek ji endezyar û pisporên jiyolohjî ava bike da ku serdana stasyonê bike û pirsgirêkê nas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Minbic û gundewarên wê xebata gihandina mamsoteyên li bajêr û gundewarên wê bi tevahî pisporiyan pêk anî û piştî dewreyên gerînendeyên dibistanan hat bidawîkirin, komîte xebatên sererastkirin û restorakirina dibistanên bajêr û gundewarên wê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi nêzîkbûna destpêkirina sala perwerde ya nû re amadekariya vekirina 10 dibistanan jib o pêşwazîkirina zêdetirî 13 hezar xwendekaran ji tevahiya astên xwendinê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gundewarên rojavayê bajarê Kobanê yên ku bi çandiniyên cur bi cur navdar in, rûbereke fireh ji zeviyên çandiniyê kêm bûn. Bi wê re jî berhemên hundirîn ji sebze û mewsimên avî mîna genim, ceh, pembo, kuncî, garis û hwd kêm bûn. Ji lew re Rêveberiya Xweser xebatên lêkolîn û çareseriyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî rawestandina 4 mehan firna Kooperatîvê ya otomatîk a li navçeya Şedadê ji nû ve kete xizmetê. Her wiha di rojê de nêzî 10 ton ard bike nan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA