​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-10-2022`YAN

Şêniyên navçeya Holê tev li civînekê dibin ku ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî li avahiya meclisa navçeya li dar dikeve saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Hejmara têkildarî rastiya hêza ku dewleta Tirk li xaka Kurdistanê belav kiriye, cihê fikar û pirsan li ser pêşeroja herêmê bi xwe re tîne. (BI WÊNE)

Gelên cîhan, di nav de gelên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava krîzên aborî û debarê de ne. Sedema van krîzan nakokiyên siyasî, leşkerî û bilindbûna krîza aborî ya cîhanê ye. Gelo çawa herêm bi bihabûnê bandor bû û çareserî çi ne? (BI WÊNE)

Hunermend Rêber Îsa li dû xwe mîraseke têkoşînê ya 31 salan hişt, lê îsrar û vîna ku ji fikrê rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna pêşxistina hunera kurdî û parastina wê ji siyasetên qirkirinê û pişaftinê de girtiye, di kesayetên zarok û şagirtên wî de encam da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Propaganda û belavkirina madeyên hişbirê di nav civakan de, yek ji rêbazên şerê taybet e ku dijmin li dijî ciwanan pêk tîne. Ji bo têkbirina berxwedana şêniyan û koçberên li Şehbayê hikumeta Şamê belavkirina van madeyan hêsan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo anîn ziman ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehiya herêmê û valakirina wê ji niştecihên wê ye. Şêniyan gotin, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê dewleta Tirk di qirkirina gelên herêmê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Li kampa herî xeter li cîhanê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ, QSD 24 rojan berdewam kir. Darbeyek mezin li şaneyên DAIŞʹê hat xistin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo pêngavê asteng bikin û êrişên dijber bikin, ketin nav liv û tevgerê. Hewldanên wan ên pêkanîna komkujiyê hatin têkbirin, lê xeterî didome. Têkoşîna hêzên ku DAIŞ têk birin ji bo tunekirina DAIŞ jî bi her awayî çalak in. Li beramberî vê jî ji bo pêşîgirtina tunekirina DAIŞ’ê jî hêzên navneteweyî di nav hewldanan de ne û naxwazin projeya wan a DAIŞ`ê tune bibe. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Kargeha Roj a madeyên paqijiyê beşeke mezin ji hewcedariya bazara xwecihî peyda dike da ku di vî warî de cûreyeke xwetêrkirinê pêk bîne û derfetên kar peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA