ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-4-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Ji fermandarên QSD`ê yên navçeya Eyn Îsayê Macid Feyad El-Şiblî diyar kir ku hêzên wan li gorî agirbesta mirovî tev digerin lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di vê rewşa awarte de êrişên xwe dijwartir dikin. (BIWÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad bang li dewleta Tirk kir ku banga NY`î ya agirbestê di ber çavan re derbas bike. Her wiha diyar kir ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker gelek sivîl birîndar bûn û sivîl neçar kirin ku qedexeya derketina derve binpê bikin. (BIWÊNE Û DÎMEN)

Piştî bidawîkirina xebatên restorekirina navenda tenduristiyê ya Şedadê Heyva Sor a Kurd du konên karantînayê vedan. (BIWÊNE Û DÎMEN)

-Nexweşxaneya lêgerîn a navçeya Til Temirê amadekariyên xwe yên hişyariyê digire da ku rê li pêşiya derketina û belavbûna Koronvîrûsê bigire. Di vî warî de Cemîle Hemê got: Niha em li hember du cengan in, yek bi Koronavîrûsê re û yek din jî bi êrişên artêşa Tirk a dagirker re. Cemîle bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.(BIWÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Abdullah Ocalan: Eger berxwedan nebûya û ez ê li revê rast hatibûma, rastiya Kurd a me dixwest em pê ve bêne girêdan, wê derbeke mezin bixwara. (BIWÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Pirsgirêka Idlibê her ku diçe bi kûrtir dibe û binpêkirinên agirbestê û sewqiyetên leşkerî ji bo herêmê jî z k êdetir dibin. Hemwextî wê yekê daxuyaniyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de nermtir dibin. Çavdêr dibînin û ev yek nîşaneya peymanekê ye ku ji ber Koronavîrusê hatiye derengxistin. (BIWÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Erîşe ji bo çareserkirina prisgirêka qutkirina ava stasyona Elok, bi hevkariya Gerînendeya Avê ya Hesekê, stasyone biçûk a ava vexwarinê aktîv kir. Her wiha bi xwediyên sahrîcan re peyman çêkir da ku avê ji bîran bikişînin û bigihînin şêniyan. (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Li Misirê ji ber ku mezaxetker ditirsin ku Koronavîrûsê belav bibe, tevgera kirîn û froinê rawerstiye. Ruxmî ku hikumeta  Misirê tevahiya tedbîrên bi lez girtin û bihayên kelûpelan aram bûn, lê aloziya ku pîvanîn cîhanî xirab kir bi awayekî neyînî bandor li sûkên Misirê kir. (BIWÊNE Û DÎMEN)

ANHA