ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hêzên Asayîşê, Hewarî û Tirafîkê yên Eyn Îsayê hemû wextên rojê ji bo ewlehiya şêniyan li bajêr dewriyeyan digerin. Yekeyên ewlehiyê bang li gel kirin ku li malên xwe bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Abdulkerîm Siko got: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê rewşa Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ye. Divê aliyên siyasî ji bo xizmeta Kurdan hevgirtî bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 9 navendên karantînayê hatine amedekirin. Li navendan alavên guncaw hene, heke rewş berdewam kir dê tedbîrên dîtir bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser li hemberî vîrûsa Korona rolek giring lîst. Ferzkirina qedexeya derketina derve û girtina Rêveberiya Xweser tedbîrên hişyariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê rolek lîst ku heta niha tu haletên vegirtina vîrûsa Korona li herêmê çênebûye. Ji aliyekî din ve hejmara kesên vîrûsa vegirtina li tevahiya cîhanê gihatş zêdetirî 664 hezar û 590 kesan.

(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Qetilkirina rojnamegerê muxalif ê îranê Mesûd Mewlewî Werdenjenî li qunsilxaneya Îranê li Tirkiyê dualiya pîvanan li cem serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere dike. Erdogan di doza qetilkirina rojnamegerê siûdî Cemal Kaşiqcî de cîhan tevahî li dijî Siûdî Arabistan sor kir. Lê ji ber qetilkirina Werdenjenî bêdeng e. (BI WÊNE).

JIN

- Li navçeya Tirbespiyê, projeya çandiniyê ya bi çavdêriya jinan beşek ji pêwîstiya herêmê bi cih tîne. Di heman demê de derfetên kar ji jinan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komeke jinên ji navçeya Tirbespiyê ku bi awayekî xwebexş maskên tenduristiyê çêdikin,  diyar kir ku ji bo dûrxistina xetertiya Koronavîrusê di vê demê de ji her kesî kar tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA