ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Efrîn ku bi darê zorê koçî kantona Şehbayê bûne, di êvara Cejna Qurbanê de berê xwe didin goristana şehîdan û mûman pêdixin. Saet 18:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar Diyab Hacî got: “Parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ispat dikin ku ew fîlozofê serdemê ye. Rêber Ocalan tekane kes e ku ji bo mirovahiyê têdikoşe û ji ber wê jî dewleta Tirk û hêzên dagirker  tecrîdê li ser wî ferz dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku şervanên HPG`ê li Heftenînê berxwedaniyeke bê hempa dimeşînin û gotin: “Destekdayîna berxwedana Heftenînê erka tevahî Kurdan e. Heman demê de yekitiya niştîmanî bersiva hemû êriş û hemleyên qirkirinê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Eyn Îsayê bi hatina cejna Qurbanê re, ji bo parastina şêniyan tedbîrên xwe zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên li dijî Heftanînê, êrişên li ser tevahî xaka Kurdistanê ne da ku destkeftiyên gel tune bikin û jiyana hevbeş a li ser cografiya Kurdistanê û şoreşa demokratîk têk bibin. Her wiha destnîşan kir ku têkbirina êrişên Tirkiyê bi yekitiya refa Kurdî pêkane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustafa got: “Ji bo parastina tenduristiya xwendekarên zanîngehê û cihê ku tê de dimînin gelek tedbîrên xweparastinê girtine. Îdiayên ku dibêjin hin xwendekarên zanîngehê bi Koronavîrusê ketine, ne rastin.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jina bi navê E. A û zaroka xwe ya 3 salî ji beriya salekî ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatibû revandin. E. A serpêhatiya xwe û çarenûsa hevjînê xwe yê ji aliyê istixbarat Tirk ve hatiye revandin vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê Sûzan Hisên, girtin û tundiya ku li dijî jinan a li bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkirî tên meşandin, wek hewldanek ji bo ferzkirina hegemoniya mêrdestî li ser jinan wesifand. Sûzan bang li tevahiya jinan kir ku li hember van siyasetan serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Endamê meclisa parlementeran a Lîbyayê Ceballah El-Şêbanî got: “Meclisa parlementeran hikumeta Wîfaq nepejrandiye û bawerî nedaye wê, lewra mafê Serac tune ye ku hevpeymanên wekî ya bi Erdogan re îmze kiriye bixe meriyete. Hikumeta Wîfaq ji bo pêkanîna çavnebariyên dewleta Tirk li Lîbyayê û gefa li dijî Misirê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ciwanên Efrînê yên li herêmên Şehbayê dimînin tekezî bi girîngiya xurtkirina rêxistinbûna ciwanan û zêdekirina dewreyên perwerdeyê li dijî siyaseta şerê taybet ku Tirkiyê li dijî ciwanên herêmê dimeşîne, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya Ebyad a di navbera bajarên Hesekê û Reqayê de ku dirêjahiya xwe 155 km e, ji bo tevgera erebeyan amade dike. Tê payîn ku xebatên amadekirina rêyê heta 188 rojan dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA