ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rûspiyê eşîra Şiêtat û Serokê Meclisa Eşîra Bokemal şêx Nasir Teramî dema ji civîna li herêma Meamil a li rojavayê gundewarên Dêrazorê vedigere mal di hewldana suîqastkirineke binketî re derbas dibe. Teramî hûrgiliyên vê hewldanê vedibêje û piştrast dike ku ev hewldan têkoşîna eşîran li dijî terorê naşikîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid got: "Daxwazên ENKS'ê ên rakirina pergala fêrkirina bi zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê tên wateya hevkariya bi dijminên gelê Kurd re." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe yên li ser gundên Minbicê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi vekişîna dewleta Tirk ji Idlibê re Rûsya êrişên xwe zêde kirin û bi dehan çeteyên Enqereyê kuştin. Ligel wê jî êrişên dewleta Tirk li ser Minbic û Eyn Îsayê zêde bûn. Ev tevahî pêşketin pirsan li ser vê paşxaneya girîng dide der; gelo ev peyamên di navbera her duyan de ji agir in an jî bazariyek di bin qerabalixa topbaranê de ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê hewldanên dewletên herêmî yên vejandina DAIŞ’ê li hin herêmên dagirkirî de, hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê diyar kir ku dadgehkirina dewleta Tirk a dîlgirtiya Çîçek Kobanê binpêkirina qanûna navneteweyî ye û destnîşan kir ku dadgeha dewleta Tirk nabe wê darizîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunermend Xalid Dêrik bi rêya stranên folklora kurdî ya resen û stranên girêdayî doza gel û şoreşê navdar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Hîşam Ehmed diyar kir ku peymana derbarê Şengalê de hatiye îmzekirin yek ji planeke dewleta Tirk e û li ser êzidiyan xeter e. Ehmed got: "Çi peyman bêyî îradeya êzidiyan were îmzekirin em îtîrafê pê nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurdên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku PDK bi vê helwesta xwe rê dide şerê birakujiyê û banga çareserkirina nakokiyan û pêkanîna yekitiya kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Kurd nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS'ê ya betalkirina fêrbûna meteryalên bi zimanê kurdî dan û gotin, "Zimanê me nasnameya me ye ya ku em pê serbilind in, em nahêlin ku ti kes zimanê me qedexe bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Girîngiya ziman ji bo gel û civakan sepandina xwe û hebûna xwe ye. Yên ku perwerdeya bi zimanê xwe red bike, hebûna xwe red dike û hewl dide bibe koleyê kesên dîtir. Girêdayî vê rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Pêşketina zimanê dayikê yê civakekê, pêşketina asta jiyanê ye."

ANHA