-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Şêniyên Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed Erûr li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya salane li Akademiya Şehîd Mihyedîn a li bajarokê Rimêlan li dar dixe. Saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa Qanûnsaz a Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa got ku ji berpêkanîna tedbîrên xweparastinê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin kêm dibin û destnîşan kir ku têkiliya bi WHO’yê re di merheleyekî baş de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Mihedî Mihyedîn ji Birîtanayê hat û di berxwedana Eyn Îsayê ya li hemberî êrişrên dagirkirinê yên dewleta Tirk de cih digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).
KURDISTAN
- Li gorî çalakger û rojnamegeran, tevî ku ENKS’ê derbasî danûstandinên kurdî bûye, lê ji siyasetên wê yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xuya dike ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û gefên bênavber ên dagirkirina herêmên dîtir dipejirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê û li kampa Waşûkanî têkildarî daxuyanî têne dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Rêveberiya Jinan a Reqayê derbarê cezayê girtinê yê li dijî têkoşer Leyla Guven daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Jinên ji navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku girtina Leyla Guven nayê wateya bêdengiyê, lê belê nîşan dide ku berxwedana li ser şopa wê berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
DOSYA
- Kesê bi nasnavê "Ebû Esaf" tê zanîn, ji bo karê istîxbaratî ji dewleta Tirk re li hundirê xaka Sûriyê hat peywirdarkirin. MÎT’a Tirk ew “general” li ser 3 merheleyan li kampeke sîxuran a li Tirkiyê ku tê de bi dehan sûrî hene, perwerde kir da ku teqînan pêk bîne û agahiyên li ser kes û nuqteyên li herêmê bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).
POLÎTÎKA
- Parêzer Ferhad Baqer got, dewleta Tirk lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî herêmên dagirkirî binpê dike û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk ku sûcan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Siyasetmedar û welatiyan peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de şermezar kirin û bang li her du hikumetan kirin ku destwerdanê li kar û barên êzidiyên Şengalê nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CÎHAN
-Zivistan ji bo koçberên di kampên Xezayê de mîna kabûsekê ye, ji azarên seqemê bigire heya ketina avê di malan de. Sedema vê yekê hilweşîna binsaziya kampê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIWAN
-Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger dighêje bajarê Dêrikê. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Desteya Xizmet û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê di sala 2020`an de hewl da aliyê xizmetguzariyê bi pêş bixe û gelek proje pêk anîn. Nivîsgeha Xizmetan jî 35 stasyonên nû ji bo avê amade kirin û bi wê yekê ava vexwarinê ji sed hezaran şêniyan re hate peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Bi hatina sala nû re, malbatên sûrî di nava rewşek jiyanî ya dijwar de dijî û li hemberî dagirkeriyê li gel hêviya rizgarkirina herêmên xwe li ber xwe didin. Mîna malbata dayîka Cîhan a ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek azar kişandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Cudahiya çînî û nebaşiya rewşên aborî bandorên xwe li pîzorbahiyên cejnên Neolê yên li paytexta Şamê dikin. Di heman demê de jî nepabendiya şêniyan a bi tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, dê rewşê li gel hilweşîna beşa aboriyê, krêt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA