ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Operasyonên QSD`ê yên paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirinê wê ji çeteyên DAIŞ`ê wê bêne şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîmê bîranîna şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekîtiya Muhafazakaran a bajarê Hesekê ji bo nîqaşkirina rewşa piştî têkçûna DAIŞ‘ê dê civînekê li dar bixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-YPG‘ê bi wesîleya têkçûna DAIŞ‘ê şahiyekê li navçeya Şedadê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Şehbayê turnoveya fotbolê ya jinan li stada gundê Babinsê destpê dike, saset 12:00.

-Şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê yê ku di dema avjeniyê de li çemê Red de fetisî li Goristana Şehîdan vedişêrin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Xerîb Hiso got, serkeftinên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê nameyeke Sûrî-Sûrî ye ku serkeftina hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike. Hiso her wiha diyar kir ku pêvajoya bê pêvajoyeke siyasî  ya danûstandinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku li hember serneketîbûna polîtîkaya derve ya desthilatê, di nav civaka Tirkiyê de bertek derdikevin û destnîşan kir ku pêvajoya guherînê ya li Tirkiyê ku bi hilbijartinên herêmî re dest pê kir, dê bandora xwe li Sûriyê jî bike. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Di bûyereke gelekerî ku li Filistînê tê jiyîn de "Meşa Mezin a Vegerê û Şikandina Dorpêçê" ya welatiyên Xezayê ye ku ev salek di ser re derbas dibe. Civaka Filistînê bi van çalakiyan hêviyên xwe yên xilaskirina ji qeyranê dibînin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol a çaremîn ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxê tê lidarxistin, di roja 4‘emîn de didome,  saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Piştî ku topek li mala wan û ji mirinê filitî berê xwe da cihekî din û di malek kavilkirî de ma. Ji ber xizaniyê ji wî cihî jî diçe gundan, lê li wir jî ji topan xilas nebû ku bû sedema jêkirina lingekî wî. Li tevî vê yekê jî hopyaya xwee ya fotbulê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ÎNFOGRAFÎK

-Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) serkeftina li dijî DAIŞ‘ê ragihand û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Komxebata Sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li dar xist. (BI WÊNE).

ANHA


Mijarên Din