ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya bi merasîmekê navenda xwe vedike El-Qîtaliye rojavayê bajarê Kobanê vedike saet 11:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Navenda Perwerdehiyê ya Kantona Girê Spî ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê yên ku tenduristiya wan paşde çûye û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hemberê meşek organize dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî mersîma bîranîna şehîdên ku di meha Nîsanê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Mehmûd Tema organize dike saet 18:00, her wiha şêniyên bajarê Hesekê şehîdê meha Nîsanê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê bi bîr tînin saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 42 şehîdên ku di 3 mehên derbasbûyî de di dem û cih cuda de şehîd bûne li Goristana Dilşêr ê gundê Dugur saet 15:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê şêniyên Şehbayê li navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê daxuyaniyek didin raya giştî saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şehîd Rojhat ê ku di qonaxa duyemîn de ya Berxwedana Serdemê şehîd bûye li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê oxir dikin saet 13:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Birakê ya li Herêma Cizîrê meşên cuda ji bo redkirina lêkirina dagirkeriya Tirk dîwara parçebûnê li Efrînê li dar dixin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê li Şehbayê dimînin diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwaran li derdora Efrînê qutkirina Efrîn ji Sûriyê ye. Şêniyên gotin: "Tirkiyê bi lêkirina dîwaran nikare bi lêkirina dîwaran vîna me bişkîne, lê belê vîna me dê dagirkeriyê bişkîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelek nav, bi her mercek navdewletî re cilek nû û teknîkên guhêrbar, ev hemû Cebhet El-Nusra li Idlibê dike da ku berjewendiyên Tirkiyê biparêze. (BI DÎMEN Û WÊNE)

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawud bang li rejîma Sûriyê û Rûsyê kir li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bide.

JIN

- Siyasetmedarên jin ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê gotin: "Armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwar ne tenê ji bo ku Efrîn tevlî Tirkiyê bike, lê belê dewleta Tirkiyê heta niha dest ji hişmendiya Osmanî bernedayî. Li gorî pîvanên navdewletî Efrîn beşek ji Sûriyê û lêkirina dîwar li Efrînê hemû qanûnên navdewletî binpê dike."

-Kongreya Star bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran serdana werşeyên kar ên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a navçeya Amûde jib o şermezarkirina haletên kuştina jinan bi hincetên der nirxên civakê, meşek li ber navenda Qada Jina Azad orgenîze dike saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku dê dîrok berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên greva birçîbûnê xêz bike. Her wiha tekez kirin ku piştgiriya wan a çalakgeran heya pêkanîna armancên wan berdewam e.

CIVAK Û JIYAN

-Li bajarokê El-Mensûra yê ku bi 20 km li rojhilatê Tebqayê ye, hindek xebatên xizmetguzarî bi taybet toreyên kanalîzasyonê paşde çûye. Rayedar sedema wê vegerandin kevnbûna toreyan, qutbûna kehrebeyê û derfetên kêm ên Şaredariya Gel.

ANHA