ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Amir Teysîr Eba Zeyd ê bi eslê ji xwe ji Derayê ye, li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. Di merasîmê de dê şehîdên meha Gulanê jî werin bibîr anîn, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteyên Dravî, yekitiyên cotkaran ên her hefet rêveberiyên xweser û meclisên sivîl re dicive, da ku heqdestên karkerên çandiniyê diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûsiyên êlan û meclisên herêma Efrînê der barê lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a Şehbayê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demeokratîk a taxa Şêxmeqsûd a Helebê karnameyan li xwendekarên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a perwedeya zimanê Kurdî, belav dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Tirbespiyê ji bo şehîd Herekol Girkê Legê yê di operasyonên li dijî şaneyên veşartî de li Dêrazorê şehîd bibû konê sersaxiyê tê vendan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Rîda Ebdullah El-Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kir ku pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Sûriyê di çarçoveyeke destûrî de, ji bo hemû gelên herêmê bûn sedema kelecanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heta niha çarenûsa 2 hezar û 966 êzidiyên ku praniya wan jin û zarok in, ne diyar e. 2 hezar û 651 zarok ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê sêwî man. Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê 491 kes bi awayekî fermî radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku Ehmed Ceer di salên 90`î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, jiyana xwe ji bo pêşxistina xwe û belavkirina ramanên Ocalan derbas kir û dibêje "Tiştên ku bandor li min kir, piştî hevdîtina min a bi Ocalan re, karê min ê têkoşînê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bang li civaka Kurdistanê kir ku asta çalakiyên xwe li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nav rêzebinpêkirinên dagirkeriya Tirk de li Efrînê, dagirkerî zêdetirî 3 hezar hiktar zeviyên Şêrawayê şewitand tevî şewitandina 11 hiktar ji daristanên hundirê Efrînê. Şênî van binpêkirinan bi qirkirina xwezayê wesif dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Gêlo Îsa îşaret pê kir ku nakokiyên dewletên garantor dibin sedema dijwarbûna aloziya Sûriyê, nexasim li Idlibê û civînên Astanayê ji bo gelê Sûriyê karesatek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Lêkolînerê Sûdanê yê di Doplomasiya Aştî û Pêşxistinê Seîd Hîcar Elî Ekaşe diyar kir muhleta diyalogên di navbera aliyên Sûdanê de rê li ber zextên li ser Meclisa Leşkerî girt. Ekaşê daxuya kirin ku hin lihevkirina di navbera dewletên Asyayê de ji bo destekdayîna meclisê re hene û texmîn dike ku reweş ber bi hilbijartinên pêşwexet ve biçe. (BI WÊNE).

JIN

-Li ser daxwaza jinên bi temên ên Kobanê ku fêrî xwendin û nivisandina bi zimanê Kurdî bibin, bi sponseriya Kongreya Star dewryên perwerdeyê li komîngehan hatin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Materyalên Rêveberiya Xweser ku ji bo sala perwerdeyê ya 2019-2020`an têne amadekirin, parvekirina zanyariyan û lêkolîn, dûrî ezberkirinê armanc dike. Rêveberî dê 4 milyon û 882 hezar pirtûkên bi her du zimanên Erebî û Kurdî ji bo sala xwendinê ya bê çap bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Dêrikê gelek xebatên plansaziya sala 2019`an pêk aniye, jê qîrkirina rêyan, sererastkirina piran û xetên kanalîzasyonê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nirxa sebzeyan li navçeya Tirbespiyê bi awayekî balkêş kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA