ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li herêmên Rojava bi çalakiyên cûda têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) salvegera 24‘an a şehadeta wê de bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Helebê diyar kirin ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokiye û wiha gotin: “Ew rê nîşanî me dide û divê tiştên di nameyê de gotine pêk werin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şirketa Zagros a ziftkirina rêyan 6 hezar û 500 metre çargoşe zift li ser rêyên bajarê Qamişlo rijand û hîn kar didome. Tê payîn ku li gorî peyamana di navbera şirketê û şaredariyên Qamişlo de di dawiya meha Îlonê de çêkirina rêyên bajêr bidawî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rejîma Sûriyê hêzên xwe li eniyên Hemayê zêde dike û nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê dike hedef. Ne zelalbûn di encamên lûtkeya Qudûsê de hene. Dîsa jî aloziya di navbera Washington û Tehranê de zêde dibe. Li Tirkiyê jî Erdogan di hilbijartinên li Stenbolê de bi binket. (BI WÊNE).

CIWAN

-Koordînasyona Ciwanên Kurdî konferansa xwe ya duyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Tîmên Şaredariya Gel û Komîteyên Awarte ya Şedadê ji bo rêgirtina li pêşiya şewatan bê navber dixebitin. Berpirsên şaredariyê tekez kirin ku bi hevgirtina şêniyan bi saziyan re pêşî li ber şewatên bi zanebûn hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çopa giştî ya bajarê Qamişlo, li gundê Navkurê yê ku dikeve rojavayê bajarê Qamişlo dimîne. Carnan jî agir bi çopê dikeve. Şêniyên gund ji bêhn û dûmana ku ji agirê çopê derdikeve bi gazin in. Desteya Şaredariyan a Herêma Qamişlo amedekariya projeya vegerandina çopê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê ji ber diyardeya ajotina motorsîklêtan ji aliyê kesên temenbiçûk ve bi gilî û gazinc in. Bi taybet ajotina bêserûber, çirayên bi şewq û dengê bilind ê motorsiklêtan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê amedekariya vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina nexweşiyên zarokên li bajarê Kobanê, dike. Tê payîn ku nexweşxane di mehên pêş de têkeve meryetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA