ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê merasîmê bîranîna şehîdên meha Tîrmehê li goristana Şehîd Dicle li dar dixe, saet 20:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna şûnwaran nîqaş dike. Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê li dar dikeve, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên herêma Dêrikê gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin, armanca van gefan têkbirina tecrûbeya demokratîk a li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şîrovekar û pisporê aborî yê Îmaratî Nayil El-Cewabre tekez kir ku ji ber siyasetên Erdogan ên şaş aboriya Tirkiyê di pêvajoya xwe ya herî dijwar re derbas dibe. El-Cewabre destnîşan kir ku mudexeleyên Erdogan di saziyên aborî de di bin navê "reformê" de destpêka dawiyê bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê got, eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike dê kontrolkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û jinên wan di Kampa Holê de gelek dijwar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di çarçoveya pêngava "Me yekîtiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, da ku biparêzin" de jinên Reqayê daxuyaniyekê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fatme dîmo kirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker di salên di navbera 2012 û 2016`an de bi bîr xistin û diyar kir ku ew binpêkirinên hovane dê di hişê gelê Sûriyê de zindî bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên gundewarên Dêrazorê gotin, ew dagirkeriyeke nû ya Osmanî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin û diyar kirin ku rêya berxwedan hilbijartiye û dê tê de berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Piştî paşguhkirin û helandinê, şêniyên pêkhateya Çerkez li bajarê Minbicê bi rêya çalakî û xebatên çandî ku Komeleya Çerkezî û bi piştevaniya yekser ji Rêveberiya Sivîl a Minbicê ve, çand û meraseya xwe vedijînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bazirgan û xwediyên werşe û kargehên herêma Şiqeyêf a Sînayî ya Helebê hewl didin xebata endustirî geş bikin û astengiyên ku bandorên neyênî li aboriya Helebê kirine derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nav malên wêrankirî de li amûrên kehrebeyê yên xirab digere û Ji nû ve sererast dike da ku sûd jê bigire. Her wiha alîkariya şêniyên Efrînê yên di kampan de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Dêrikê di nav projeyên xwe yên pêşerojê ya ji bo sala 2019`an de gelek projeyên xizmetguzarî danîn pêşiya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA