ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yêb Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên girêdayî wê cenazeyê şehîd Asir Aras li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya navnetewî ya li hemberî van êrîşan, şermezar kirin û banga yekrêziya li hêzên Kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Efrîn a ku ji aliyê artêşa û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di nava salek û 3 mehan de 67 sivîl hatin kuştin û zêdeyî hezar û 100 kes hatin revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- MSD`ê bi armanca yekbûna opozîsyona Sûriyê, hewl dide projeya xwe ya demokratîk bi hejmara herî zêde ji opozîsyona demokratîk re temam bike û li derve jî dixwaze hewldanên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Serêkaniyê diyar kirin ku di avakirina "herêma ewle" de divê rola aliyê dijber têde tine be û Tirkiyê jî aliyek dijber e nabe di rola wê di herêmê de hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarên Tirbespiyê, diyar kirin ku divê rola aliyê dijber di avakirina "Herêma ewle" de tine be, Tirkiyê jî aliyek dijber e, nabe rola wê di vê herêmê de hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Pisporê karûbarên hawîrdorê Mistefa Şêxmûs diyar kir ku di encama şewata li zeviyan de kurmik û baktîrya azote mirin. Ev baktîrya û kurmik azota hawayê di axê de bi cih dike û ji bo berhemdariya axê gelek girîng e. Ji ber ku bermahiya hilberînan dihelîne û vediguhêrîne elementên baş ji axê re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA