ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî bi derfetên kêm navendeke tenduristiyê li kampê vekir û ji bo xweparastina ji Koronavîrusê bang li koçberan kir ku li paqijiyê baldar bin û ji konên xwe dernekevin. Her wiha kamp hat dezenfektekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd a navçeya Dirbêsiyê amadekariyên vekirina du kilîkan dike ji bo kesên gumana nexweşiya Koronayê li ser wan hebe, fehs bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Gerînendeya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê destnîşan kir ku hemleyên dezenfektekirin û fehskirinê berdewm in. Her wiha diyar kir ku tedbîrên hişyariyê nahêlin vîrus bigihêje herêmê û got: "Ger kesek vîrus vegirtin wê jiyana tevan bixe xeteriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê bi rêya kenala Rojava TV ya girêdayê rêveberiyê waneyan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî tedîbêrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgiritna li ber belavbûna Koronavîrusê girtine, rêjeya qirêjbûna hewayê kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo bi taybet jin, hinek tedbîran li dijî vîrusa Koronayê digirtin. Li hev kom nabin, mask û lepik, madeyên paqijiyê bikar tînin. Hawaya malê hertim diguherin û pencereya vedikin ji bo ku tirêjên rojê bigihêjin malê. Paqijiya kesayetî diparêzin û girîngî didin şûştina destan da ku rê li pêşiya belavbûna Vîrusa Koronayê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA