ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

alakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîçle şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê bi bîr tînin. Saet 19:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Maratê yê girêdayî kantona Şehbayê bi hevkariya komîna gund mizgefta gund a ku DAIŞ`ê beriya 5 salan wêran kiribû restore kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar Melevan Resul got: “Serkeftina hewldana yekîtiya Kurd li Rojava dikare li Sûriyê doza gelê Kurd derbasî dozek navnetewî bike û destkeftiyan biparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê got: “Rejîma Erdogan piştigiriya projeya Ixwanan dike. Komên terorîst dikire û di nakokiyê li herêmê de bikar tîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Rûsya tevgera xwe di dosyaya Sûriyê de zêde dike û hewl dide dest deyne ser biryarên hikûmeta Esed. Rageşiya di navbera Washington û Tehranê de gûr dibe. Li aliyekî din jî çavdêr dibînin ku fikarên Washington û welatên rojavayî hene ku senaryoya "Astana Sûriyê" li Lîbyayê dûbare bibe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şarederiya Gel a navçeya Şedadê ji bo ku pirsgirêka toreya kanalîzasyonê çareser bike, hewl dide li gorî derfetên xwe projeyek ji bo dirêjkirina toreyekê bi 4 km pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker embarên navçeyê nikarin hilberînên genim û ceh werbigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA