ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Çalakiyê cejna Qurbanê dê werin şopandin.

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed got: "Ocalan rêberê tekane ye ku cewherê şaristaniyê û rastiya têkililiyên etnîkî û çandî li gelên Mezopotamyayê û xaka wê vegerand. Gelê Ereb êdî bi fikirê mirovî yê Rêber Ocalan bawer in, ji ber wê jî niha li herêmên xwe pêk tînin."(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademisyen Şêxmûs Cuma got: “Dewleta Tirk a dagirker bi şerê taybet ê ku dide meşandin, civakê hedef digre û dixwaze hindirê tevna civakê birizîne. Perwerdekirin û zanakirina li dijî şerê taybet divê ne tenê di akademiyan de bê dayîn. Divê hemû qad bibin cihê perwerdeya li dijî şerê taybet.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê Fermana 74’an li dijî êzidiyên Şengalê pêk anî û ev komkujiya li dijî êzidiyên li Şengalê ya 6’emîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê, li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî  pêk tînin. Bi rêya şaneyên terorîst hewl didin ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser xirab bikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe yên li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bîne cih.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Mişrafa ya gundewarên rojhilatê Humisê Yasir El-Rbî got: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bûye cihê ku pirrengiya siyasî ya Sûrî diyar dike. Em bang li gelê Sûriyê dikin ku li hemberî projeyên derve hişyar bin û çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê jina 50 salî M. A revandin û piştî îşkenceyek giran di ber hezar dolar de serbest berdan. M. A hovîtiya çeteyên Tirk wiha vegot: “Bi boriyên avê limin dixistin û kehrebe didan bedena min. Dema min dixwest razêm ji ber qîra jin û zarokên di îşkenceyê de xew nediket çavê min.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê şermezar kirin ku gotin: “Ev êriş ji bo qirkirina Kurdan in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê gotin: “Êrişên li ser Heftenînê li dijî tevahî Kurdistanê ne. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê Kurd, gelên ku bi hev re li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn û şoreşa wan a demokratîk têk bibe. Yekitî rêya tekane ya binxistina êrişên dewleta Tirk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Kevana Zêrîn di çaroveya însyatîfa pêşxistina çanda sînemageriyê de, li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê çalakiyên sînemageriyê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên taxa Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê ji ber ev 4 mehin ava wan qut bûye zehmetiyan dikşînin û li benda alîkariyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê yên ji Koronavîrusê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA