ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31. 10. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyê li kampa Serdemê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya şêniyên bajarê Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja çaremîn de li ber avahiya Konseya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li ber nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Hesekê dide, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê moman li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo vêdixin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamoste û xwendekarên bajarê Qamişlo li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Geraca Siyahî ber bi konê çalakiyê yê li ber avaniya NY‘yê ve dimeşin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-‘‘Min bêriya dibistan, mal û bajarê xwe kiriye. Ez dixwazim zû vegerim wir. Ez ji balafiran û dengê topan ditirsim." Bi van gotinan zaroka bi navê Çîçek Ferec a 9 salî ya ji Serêkaniyê koçber bûye bi bavê xwe re dipeyivî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Asûriyan (Naturo) Robêrt Îşo got:"Em ê li gel Hêzên QSD‘ê li ber xwe bidin û gelê xwe ji qirkirinê biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Bîr Zinarê yê başûrê Kantona Girê Spî teqez kirin ku  çeteyên dewleta Tirk li gundên dagirkirî yên li kêleka gundê wan malûmilkên gundiyan talan dikin û gotin ew ditirsin çete herêmên dagirkeriya xwe berfireh bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçbereke Serêkaniyê got wê her kes şerê Erdogan û çeteyên wê bike "Em dagirkirina wê li herêmên me naxwazin, em dixwazin vegerin Serêkaniyê, lê bi hebûna çeteyekî em venagirin" Jina koçber banga şandina hêzên navdewletî ji bo herêmê kir da ku vegera wan mîsoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Bi sponseriya Meclisa Jin a PYD‘ê rêxistinên siyasî yên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên bajarê Serêkaniyê komxebatekê der barê êrişên dagirkeriya Tirk de li pakra Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA