ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ciwan Xelef ê ku ji Pêşmergên Roj qut bûye û ji kesên destpêkê yên ku tev lê pêşmergê Roj bûye, eşkere kir ku ev hêz ji bo berjewendiyên dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên zimanê Kurdî daxwaza ENKS`ê ya vegerandina perwerdeya bi meteryalên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kirin û diyar kirin ku ev daxwaz dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşkên Dêrikê piştrast kirin ku pêketiyên vîrusa Koronayê pabendî karantînayê nabin û tedbîrên xweparastinê nagirin, ji ber vê yekê hejmara nexweşên şewbê zêdetir dibe. Gerînendetiya Tenduristiyê ya Qamişlo jî gelek tedbîr girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Zirganê zêdeyî 5 hezar û 772 xwendekar ji mafên perwerdeyê bê par hiştin, 29 dibistan kirin baregehên leşkerî û 11 dibistan wêran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac destnîşan kir ku îhtîmala êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê dûr e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamentera bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxwaza Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ya betalkirina sîstema hevserokatiyê şiband siyaseta ku hikumeta Tirk li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne û diyar kir ku di vê qonaxê de yekitî pêdiviyeke girîng e. (BI WÊNE).

- Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku ew ji daxwazên Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) ji bo vegerandina materyalên hikumeta Şamê ecêb mane. Rewşenbîr û siyasetmedaran şopandina rêgeza berxwedanê û parastina zimanê dayîkê piştrast kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê, bi cih bîne. Her wiha bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku bi berpirsyartiyên xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Êzidiyên kantona Efrînê ya dagirkirî nerazîbûn nîşanî peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê da û gotin peyman nûnertiya îradeya êzidiyan nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û WELAT

-Li ser daxwaza şêniyên bajarê Qamişlo hejmara berakeyên belavkirin hatin zêdekirin û saetên belavkirin hatin diyarkirin. Desteya Aborî û Çandinî ya herêma Cizîrê diyar kirin ew ê kalîteya nan jî baş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA