ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dêrikî sersaxiya malbata şehîd Ehmed Erûr li gundê Selemiyê yê girêdayî Dêrikê saet di 10:00’an de, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma bîranîna şehîdên 2020’an li dar dixe û 3 şehîdên ku di dema qedexeya derketina derve ya ji bo pandemiya Koronayê de ku merasîma wan nehatiye lidarxistin de, radigihîne. Saet di 03:00’an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li Navenda Baqî Xido ya Çandin Hunerê saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberê Meclisa Serêkaniyê û rêveberê kampa Mebroka diyar kir ku malbatên iraqî yên li Serêkaniyê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne. Ew malbat ji kampa Eyn Îsa û Holê hatin revandin û pişrast kir ku armanca dagirkeriyê guhartina demografî, îmhakirina nasname û çanda herêmê bi rêya bicihkirina çeteyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Dêrazora careke din sûcên sîuqastkirinê zêde dibin û têkildarî vê yekê rûspiyekî eşîra Sada El-Mûşaheda ya li Mergedayê got hîn jî şane hene, kiryaran pêk tînin û êdî ji her kes ve diyar e ku dewleta Tirk û rejîma Baasê ew erkdar kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got dewleta Tirk rewşa li Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anî û bang li tevahî sûriyan bi dewleta Tirk re hevkar in kir ku li xwe vegerin û bedarî avakirina Sûriyeke demokrat bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hin kesayetên payeberz ên ji pêkhateya Asûriyan diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê komployeke nû ya ji aliyekê dewletên garantor e û pêkhateyên herêmê dike armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Salek ber bi dawiyê ve ye û salek jî tê, lê belê hêviyên şêniyan her tim ew in ku ewlehî pêk bê, şer raweste û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Xwişka girtiyê siyasî yê bi navê Fûad Reşo ku di girtîgehên dewleta Tirk de ketiye greva birçîbûnê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji sûcên çewisandinê nixumandina dengê berxwedana girtîgehan e û wiha got: "Wê demê ka mafên mirovan?" (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk a dagirker bi rêya keysbazkirina aloziya têkiliyên navneteweyî û bejewendiyên herêmî dixwaze siyaseta tirkkirinê li herêmên Sûriyê bimeşîne û civaka navneteweyî û piranî dewletên ereb li hemberî vê yekê bê deng in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hikmet El-Hebîb diyar kir ku hikumeta Sûriyê idîaya parastina serweriya Sûriyê, sînorên wê û welatparêziyê dike, lê di pratîkê de berovajî vê yekê ye, li aliyekî divê Komkara Erebî sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deyne, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze rola Komkarê bi dawî bike û dewletên Ereban dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û bi hev re ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û derbaskirina şaşî û kêmasiyan kar bikin. Her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kir û sersala nû li hemû gelên herêmê pîroz kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo pêşxistina rewşa aborî ya li herêmê, gelek proje pêk anîn û bi vî awayî sala 2020`an bû sala geşkirina aboriya li Dêrazorê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA