ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Buroya Hevdîtina Olan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê "Şeva Qedirê"piştî nimêja eşayê li Mizgefta Selahedîn El-Eyûbî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Desteya Tenduristî û Hawirdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongreya Zanista Tipî ya Nexweşiyan û Tedawîkirina Dil li Hola Zana ya bajarê Qamişlo destpê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rîda El-Ehemd ê di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li navçeya Holê de şehîd bû, sersaxî tê xwestin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Senherîb Bersûm got, "Bi fikrê Ocalan em dikarin nexşeriya Sûriyeya pêşerojê xêz bikin" û destnîşan kir ku însiyatîfa Ocalan însiyatîfa aştiyê, bidawîkirina şer û nakoiyan û ji bo jiyana hevpar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên kantona Girê Spî têkildarî herêma ewle ya ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze li Bakurê Sûriyê ava bike û bi rêve bibe teqez kirin ku ew rola Tirkiyê di vê herêmê de red dikin. Rewşenbîran gotin: "Hebûna Tirkiyê tê wateya dagirkirina xaka Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifet destnîşan kirin ku topbarana Tirkiyê û çeteyên wê wan natirsînin û asta berxwedana wan danaxe. Şêniyan teqez kir ku ew ê liber xwe bidin heta ku Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser got tevahiya kesên ku di çarçoveya şewatan de hatine biçavkirin, gumankirî ne. Her wiha bang li tevahiya şêniyan kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin da ku berpirsên şewatan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Endamê rêveber ê Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsê bendava Firatê li Tebqayê endezyar Mihemed Şêxo destnîşan kir ku mijara kêmkirina berdana kehrebeyê bi miqdara avê ve girêdayî ye. Şêxo tekez kir ku kehrebeya bendavê tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di çarçoveya plansaziya sala perwerdeyê ya sêyemîn a piştî rizgarkirinê de, dest bi projeya sererastkirina binsaziya dibistanên ku bi awayekî beşî wêran bûne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê dest bi çavdêriya daristanên navçeyê kirin, da ku li rê li pêşiya binpêkirinên hindek cotkaran û şivanên herêmê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Çandiniyê ya Kobanê dest bi pêşwazîkirina bilbirîna ceh a îsal kir. Rojane zêdetirî 600 ton pêşwazî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber hejmara zêde ya şewatên ku li herêmê rû didin û li gel zêdebûna hejmara endamên wê, Tîma Agirkujiyê ya bajarokê Zergan sehrîcek avê kir erebeya agirkujiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA