ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Eyşe Mustefa û Xalid Kemal ên duh di teqîna mayîna bi wesayîta mertalên zindî ve şehîd bibû, oxir dikin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê şehîdên meha Tîrmehê li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi bîr tînin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Girê Spî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha gotin, “Tu cudahî di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Ew her du rûyên madalyoyekî ne. Em naxwazin Tirkiyê destwerdana karûbarên Sûriyê bike. Em naxwazin serdemeke din a mîna DAIŞ`ê bijîn. Em dikarin herêmên xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Emced Osman got: “Derbasbûna Tirkiyê ji van herêma wê ne hesan be û wê barek gelek giran bê. Ji bo me jî wê giran be û wê her dû alî bedel bidin. Lewra em dixwazin hemû pirsgirêkan ne bi şer, lê belê bi diyalogan çareser bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera Buroya Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hindirîn Sîno diyar kir ku ji girîngtirîn sedemên dijwarbûna aloziya Sûriyê, dewleta Tirkiyê ye û wiha got, “Bi rêya piştgiriya komên çete û dagirkirina xaka Sûriyê, Tirkiye bûye sedemê herî mezin ê aloziya Sûriyê. Li hember vê yekê jî pêwîstî bi hevgirtin, mezinkirina neteweyî û bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga avaker heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîtîngekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Li Xezayê kampên mûzîkê ji bo zarokan hatin vekirin. Zarok behreyên xwe pêşdixin û bi hêviyek mezin fêrî amûrên mûzîkê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Kobanê hindek maye qonaxa yekemîn a projeya `Rubara lehî` bi dawî bike. Ev 5 meh in xebatên projeyê tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Avê ya bajarê Qamişlo çareyên demkî yên ava bajêr bi rêya danîna planên demkî peyda kirin. Her wiha aliyên rojhilat û rojava dê weke hev av lê bên belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA