ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-6-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk a Helebê ji bo şermezarkirina sûca qetilkirina ciwanê Kurd li Enqereyê ji hêla tirkên faşîst daxuyanî dide saet 10:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo plansaziya sala 2020`an bi rêya daxuyaniyekê ji raya giştî re li avahiya Şaredariya Gel saet 10:00`an dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nûnerê êla El-Cewale destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ronîdar gelan ji xewa dirêj şiyar kirin  û destnîşan kir ku gelên herêmê yên bindest ên ku banga azadiyê û tunekirina zulmê dikin, hîna bi hewcedariya fikrên wî ne. Her wiha bang li rêxistinên NY û rêxistina CPT kir ku bi rola xwe rabin û tedcrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya şewitandina zeviyan jêderên quta şêniyan,  şerê şêniyên Efrînê û Şehbayê dike. Li aliyekî din komîteyên şopandina şewatan bi hevkariya şêniyan rolek di kêmkirina zirarên şewatan de lîstin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbata keça ku ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye revandin, A.D.H Delî Hesen banga eşkerekirina çaranûsa keça xwe kir. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku tevahiya kesên revandinî serbest berdin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Çapemeniya kurdî ku tovên xwe di sedsala 19`an de çandin, heta niha gavên dîrokî û mezin avêtin, lê her çiqas di hindek qadan de hindek hewldan hebin jî, zimanê kurdî asta wergerê derbas nekiriye. Bêguman sedemeke sereke ya vê yekê dagirkiriya li ser Kurdistanê û tunebûna perwerdeya bi zimanê dayikê ye. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Helebê diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, çareseriya tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn e. Tirkiyê ji berdewamkirina tecrîdê armanc dike, aloziya li Rojhilata Navîn dirêj berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Serokê navenda Mexirban a lêkolînan û belgekirinê li Tunisê Macid El-Berhûmî destnîşan kir ku têkiliya tevgera Renasensê  bi Erdogan têkiliya mirûd û duketinê ye. Ev têkilî wêneya Tundisê û heybeta wê di navbera netewan de xirab dikin.(BI WÊNE)

JIN

-Jin li navçeya Til Hemîsê bi daxuyaniyekê sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê bi taybet jinan şermezar dikin saet 11:00`an.(bi wêne û dîmen)

-Jin li kantona Efrînê girêdayî sûcên arêtşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê daxuyanî li gundê Kefer Naya li kantona Şehbayê didin saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakvanên jin ên tevger û meclisên jinan li Ewropa destnîşan kirin ku zihniyeta dijberî vîna jinê li tevahiya dewletên cîhanê heye. Lê zihniyeta dewleta Tirk û çeteyên wê ew hemû derbas kiriye. Çalakvanan îşaretpê kirin ku ji bo parastina mafên jinan li herêmên dagikirî li Sûriyê, Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dê çalakiyan orgenîze bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên navçeya Şedadê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê bi sûcên li dijî mirovahiy wesifandin û nefreta wan a li dijî gelên herêmê rave dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Yekitiya Kedkaran a kantona Hesekê 30 werşeyan ji bo karkeran re ava kirin. Ew werşe li embaran belav kirin. Li aliyek din Desteya Aborî bi koordîneya Komîteya Kadkeran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsteya destheqên karkeran derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Odeya Pîşesazan û Şaredariya Gel a Girkê Legê bi rêjeya ji sedî 50 projeya bajarê pîşeyî temam kiriye. Berpisên projeyê diyar kirin ku ji ber ku şirîkên projeyê qistên xwe yên mehane nedane ji ber wê projeya heta niha bidawî nebûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber qelişîna rêyên ziftkirî li kantona Kobanê Rêveberiya Şirketa Firatê ya hilberandina ziftê, gelek tedbîr girtin da ku madeyên ziftê baş bike û pirgirêka qelişîna rêya derbas bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA