ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4.06.2019

 

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Fermendarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê behsa deteyên pêngava rizgarkirina Minbicê kir ku di 1`ê Hezîrana 2016`an de destpê kiriye û got armanca pêngavê rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayet û rûspiyên Ereb ên herêma Efrînê lêkirina dîwarê parçekirinê bi qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê wesifandin. Her wiha tekez kirin ku dîwar li hember yekitiya gelê Sûriyê nemîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora 4 hezar sivîl ji şêniyên bajarê Idlibê di Efrînê de li şûna şêniyên resen ên ku bi zorê dane koçberkirin bi cih kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê cejna Remezanê li tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ev cejn cejna biratiya gelan, hezkirin û aştiyê di bin banê jiyana hevpar de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên jin ên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku fikrê Ocalan kilîta tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî ye. Her wiha destnîşan kirin ku Ocalan banga jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de bê cudahî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Parêzer û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) dibîne ku têkçûna Tirkiyê di pêkanîna daxwaza Rûsyayê li Idlibê de dê bibe sedema nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Aborî  ya herêma Firatê hilberînên genim û ceh ji cotkaran bi buhayên 100 lîreyên Sûriyê ji ceh û 160 lîreyên Sûriyê ji genim re werdigire û ji bo sala bê depo dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA