ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4.07.2019

 -Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK`ê bi boneya salvegera damezirandina kongreyê ya 20`an şahiyekê li hola Zana ya li Qamişlo li dar dixe saet 9:00`an. Piştre partiyên siyasî yên Kurd civînekê girêdayî yekîtiya neteweyî ya Kurd li dar dixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, avakirina herêma “ewle” ya bi sponseriya dewleta Tirk de red kirin û gotin: “Herêmên me ewle ne. Dagirkeriya Tirkiyê ewlehî û îstiqrara me xirab dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin û li beramberî berdana wan, pere ji malbatên wan xwestin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Tacdîn Hisên banga darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiya Xweser girtîne kir û got: “Divê çete li herêmên ku sûc kirine werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CİVAK Û JİYAN

- Di demsalan zivistanê de li bajarê Minbicê nirxê zebzeyan buha bû. Ji ber ku ji dervayî bajêr dihat. Zivistanê zebze ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên “Mertala Firatê” di deriyê Ûm Cilûd re dihat. Kirêya veguhestinê jî diket ser û bi nirxekî buha dihat firotin. Lê piştî ku berhemên herêmî hatin çinîn, nirxê zebzeyan erzan bûye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di 2 mehên dawî de bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê li kantona Kobanê şewitîn. Ajansa me wêneyên ji bo de yên zeviyên şewitîn kişandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA