​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-12-2022`YAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê xwepêşandanek li navçeya Dêrikê li dar dixe û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dike saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo daxuyaniyekê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a şehîd Hogir didin û piştgiriya xwe bi QSD`ê re rave dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenbûyayê têkildarî helwesta jinan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê daxuyaniyek dide li bajarê Minbicê saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî civînekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Kampa Veger a navçeya Şêrewa dimînin, destnîşan kirin ku ew dê heta rizgarkirina Efrînê berxwedanê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Komîteya Rûspiyan a Herêma Firatê diyar kir ku berxwedan rêya yekane ya serkeftina li hemberî dewleta Tirk a dagirker e û got: "Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeran jî têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademîsyen û nivîskarên Ereb destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê wek dergehekê dibîne ji bo ku dewletên Ereb û herêmê kontrol bike û serfiraziyên osmaniyan vegerîne. Her wiha banga avakirina hevbendiyeke erebî-kurdî li hember timayên Tirkiyê kir.

RAPOR

Bêhtirî 200 hezar kes ji şêniyên Kantona Şehbayê û koçberên Efrîna dagirkirî ji ber girankirina dorpêça li ser kantonê, bi kareseteke mirovî re rû bi rû mane ku di encamê de saziyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê rawestiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Serokê Partiya Sûriye Ewlen Selman Şebîb got ku dewleta Tirk li gorî plana dagirkeriyê ya tevlêkirina axa Sûriyê ji Tirkiyê re tevidgere û destnîşan kir ku timayên dewleta Tirk ne tenê li hember bajarekî ne, lê belê li hember tevahî xaka Sûriyê ne. Şebîb bang li Sûriyeyiyan kir ku yekrêziya xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA