ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Îro Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê 8 jin û zarokên Êzidî yên ku ji hêla QSD`ê ve gatine rizgarkirina û di vê demê dawîn de ji Kampa Holê hatine derxistin, radestî Meclisa Şengalê û Tevgera Jina Êzidî li gundê Berzan ê Kantona Hesekê dike saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê diyalogên siyasî û civînên xwe bi armanca li darxistina kongreyek giştî ji opozîsyona Sûriyê re zêde kirin. Tevî berfirehkirina xebatên civakî û siyasî. Di vî warî de navenda navçeya Tirbespiyê karê xwe fireh kir û niha 5 buro girêdayî wê ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mudirê Gerînendeya Awqafê ya herêma Firatê Mehmûd Osman got kiryarên Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de bi taybet li Efrînê ne li gorî ola islamê û şarîeta wê ye mîna ku Erdogan îdia dike ku ew temsîla wê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê rêveber ê Partiya Pêşrojê ya Sûriyê Ristem Bekir got ew li gorî fikrê Ocalan meşiyan ji ber wê projeya biratiya gelan pêk anîn. Her wiha destnîşan ku bi fikrê Ocalan dê aloziya Sûriyê çareser bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Di nav şêniyên Efrînê û taxa Şêxmeqsûd de wek rûyek ji rûyên berxwedanê hate naskirin. Wek pêşkêşvanê şahiyan û mihrîcanên xîtabî li rex şêniyan di dirêjahiya salên têkoşîn û berxwedan de ma.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şahiyên cejnê yên Helebê bi rêûrism û kevneşopiyên ku ji gelek serdeman ve li herêma Efrînê pêk dihat tê naskirin. Şêniyên Efrînê bi ku derê ve biçin rêûrismên xwe bi xwe dibin û diparêzin. Ji ber ku tê de reseniya xwe dibînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA