ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8.08.2019

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya kovedanê û mertalên zindî lui her du kantonên Kobanê û Girê Spî berdewam dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya ku Kongreya Islamî ya Demokratîk li taxa Siyasî ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya Kongreya Ismalî ya Demokratîk gefên tirkiyê şermezar dike di roja 4`an de berdewam e saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi navnîşan Na ji êrîşa dewleta Tirk re Meclisa Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê panelek li herêma Dêrazorê li dar dixe saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin. Tê payîn ku piştî meşê çalakiya konvedanê li ser sînor li dar keve saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Êlên Ereb ên herêma Sirînê başûrê bajarê Kobanê daxuyaniyekê didin û tê de helwesta xwe ji gefên Tirkiyê li dijî herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere dikin daet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiyên siyasî yên Kurd ji bo berdewamkirina însiyatîfa KNK-Rojava îro civînekê li Gerînendeya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar dixin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mîna ku tu li Tirkiyê yî, ev dîmen bala her kesî ku derbasî herêmên ji hêla dewleta Tirk ve li bakur rojavayî Sûriyê hatine dagirkirin, dibe dikşîne. Xuyaneg, ziman û demografiya wan herêman hatine guhertin. Li gel tevliheviyê hindek maye dîmenên jiyana tê de tune bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pêkhateyên bajarê Qamişlo tekez kirin ku Tirkiyê sedema tevahiya astengiyên ku rastî gelê Sûriyê hatine. Şêniyan destnîşan kirin ku Tirkiyê ewlehiya wan tehdîd dike û ew li hember her êrîşekê bê bertek namînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên Şehîdan ên navçeya Tirbespiyê tekez kirin ku bi QSD`ê bawer in da ku êrîşa Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî statuya herêmê gefan dixwe û êdî parastina statuya herêmê ne tenê erka gelê herêmê, erka hemû gelên cîhanê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ajansa me bi rojnamevan û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri re dema serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hevpeyvînek girêdayî pêşketinên ku li herêmê ji serdana wê ya destpêkê ve di Cotmeha 2014`an de heya niha çêbûne çêkir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Gefên Tirkiyê makenîzmeya berdewamkirina qirkirina nijadî li dijî ol û nijadên herêma ku hedef girtiye û ya ku ewlehî û demokratîk tê de geş dibe sibat dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinî ya herêma Dêrazorê perwerdeya 120 mamosteya li akademiya perwerdeya zanistî bi dawî dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a kantona Girê Spî ji bo şîrovekirina rewşên siyasî li hola Geşpêdana Gundewarê li avahiya Nexweşxaneya Watanî civînekê li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a Efrînê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê jinan de li Efrînê meşek li kantona Şehbayê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jina Sûriyê girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê li taxa siyasî ya bajarê Qamişlo dide saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên Efrînê yên ku di nav Kampa Şehbayê de dimînin, tekez kirin ku ew bûn şahidê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û nahêlin Tirkiyê binpêkirinên xwe li bakurê Sûriyê dubare bike. Her wiha dê berxwedana xwe bidomînin û ji vegera Efrînê paşde gav navêjin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Aborî ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê supermarket Hevalan ji xwarin p pêdiviyên malan vedike saet 19:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber bihabûna goştê mirîşk û mihan sûka masiyan a bajarê Minbicê bi awayekî balkêş zqerebeliq  bûye.(BI WÊNE Û DÎMEN)ANHA