Rojeva rojnameyên erebî-1 Tebaxê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê, aloziya Tunisê û rewşa Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSET:LI BAŞÛRÊ IDLIBÊ ŞERÊ DI NAVBERA REJÎMÊ Û OPOSÎZYONÊ DE BERDEWAM E

Têkildarî rewşa Idlibê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"LI eniyê başûrê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê hîn jî alozî heye, şerê di navbera hêzên rejîmê û komên oposizyonê berdewam e û dewleta Tirk hîn jî hêzên leşkerî dişîne."

Her wiha derengiya şeva pênşemê-înê careke din hêzên rejîmê herêmên Fetîra, Kensefra, Sifûhin, Filêfil a ku dikeve gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku pênşema derbasbûyî komên Fetih El-Mubîn bersiva topbarana hêzên rejîmê da, bi moşek û topan komên hêzên rejîmê yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku komên oposizyonê çekên giran ên li gundê Basqela yê başûrê Idlibê rûxand û hîn şerê di navbera hêzên rejîmê û koma Fetih El-Mubîn de berdewam e. Her wiha rejîm nûqteyên li bajar û gundên Qoqafîn, Kensefra, Keferiweyîd û Eyn Larzo û deverên din ên li herêmê topbaran dike.

Di heman demê de artêşa Tirk hêzên leşkerî dişîne Idlibê û bi rêya deriyê Keferlosîn ê bakurê Idlibê karwanek ji 20 wesayîtan ku alavên leşkerî û kel û pel barkiribû ber bi nuqteyên dewleta Tirk ên li herêma Idlibê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve çûn.

EL-BEYAN:EL-XENÛŞÎ…TEVÎ DENGDAYÎNÊ, LÊ ENCAM NEGIRT

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:"Hêzên oposizyonê ên li Tunisê dibînin ku Raşid El-Xenûşî tevî ku hîn jî serokê parlamantoyê ye, lê dîsa jî rewabûna xwe wenda kiriye."

EL-EYN:ARTÊŞA LÎBYAYÊ HIŞYARÎ DA KU BALAFIR Û KEŞTÎ BEYÎ KOORDÎNASYON NÊZ NEBIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Eyn wiha nivîsand:"Îro fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê balafir û keştî hişyar kir ku beyî koodînekirin nêzî qada deryayê û bejahiyê nebin."

Hişyarkirina Lîbyayê di demekê de derket ku balafir û keştiyên dewleta Tirk çek û çeteyan dişînin Tarablusê, pêk hat.

(eh)


Mijarên Din