Rojeva rojnameyên erebî – 1 Tîrmeh

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa civîna Astanayê ya Tirkiye, Rûsya û Îranê, daxuyaniyên serokkomarê Tirk ên berê Abdullah Gul ên li ser hilbijartinên Tirkiyê û yekitiya eşîrên Lîbyayê li hember berjewendiyên dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: LÛTKEYA SÊALÎ YA ‘GARANTORÊN ASTANAYÊ’ JI BO DÎZAYNKIRINA KOORDÎNE Û RÊVEÇÛNA LIHEVKIRINÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê îro gerên nû yên diyalogên di çarçoveya dan û standinên aliyên Astanayê de bi rêya vîdeokonferansê pêk tînin. Her wiha çavkaniyên Rûsyayê daxuyand ku civîn li ser dîzaynkirina saetan di navbera her sê aliyan de li ser paşxaneya pêşdeçûnên meydanî û siyasî ne."

Li aliyekî din jî Kremlînê piştrast kir ku dê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dan û standinan bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Îranê Hesen Rûhanî re li ser dosyaya Sûriyê pêk bîne. Her wiha berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov daxuyand ku Kremlîn dikare agahiyên li ser lidarxistina dan û standinan piştrast bike. Di heman demê de çavkaniyekî rûsî ji Şerq El-Ewsat re got pêşdeçûnên lez ên di çend mehên dawîn de pêk hatine, dan û standinên yekser di navbera her sê serokan de dixwaze, ew jî bi hedefa koordînekirina helwest û danîna planên hevpar ji merheleya bê re ye. Çavkanî bal kişand ser ku rewşa Idlib, tevgera Amerîkayê li rojhilatê Firatê û rewşa hundirîn a binakok li Sûriyê ji sedemên girîng ên koordînekirina helwestan di vê merheleya dijwar de ye. Li gel wê jî pêşdeçûnên siyasî yên girîng bi pêkanîna Qanûna Qeyser a Amerîkayê re çêbûn, wê jî hişt ku pêdivî bi rêveçûna siyasî ya aktîf hebe."

Dîplomatekî rûsî bal kişand ser ku di vê dawiyê de pir bûyer li Sûriyê çêbûn, her wiha destpêkirina Qanûna Qeyser li gel destpêkirina hemleyên çapemenî yên birêxistinkirî li dijî tevgerên Rûsyayê zirarê bi xebata siyasî dike.

Dîplomatê rûsî got ku hevdîtinên ku bi aliyên cud re pêk tên normal in, her wiha Rûsya hewl dide bi tevahî aliyên dixwazin dan û standin pêk bê, pêk tîne. Her wiha anî ziman ku şandeya dîplomatîk a Rûsyayê daxwazek ji çalakvanan de li ser lidarxisitina civînê wergirt û bersiv da vê yekê. Pir gotegot li ser hevpeyvîna bi Muaz Xetîb û şandeya çalakvanên sûrî li Cinêvê derketin, lê di bingeh de tişt nîn e. Rûsya ji bo lidarxistina hevpyevîn an jî kongreyên diyalogê yên nû naxebite, lê belê hewl dide rêveçûna çareserkirinê bi rêya aktîfkirina xebata komîteya destûrê di çarçoveya biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254 bi tevahî pêkhateyên wê, pêk bîne.”

EL-EREB: AGAHDARIYA ZÛ JI GUL JI ERDOGAN RE; SOZA ME HILBIJARTIN E

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul îşaretên bihêz ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re şandin ku qadê jê re vala nahêle, bi taybet piştî welat ber bi aloziyên aborî û siyasî yên dijwar ve birin û xewnên rêveberên pê re bi salan xebitîne, têk birin."

EL-BEYAN: SIRTE LÎBYAYIYAN LI HEMBER XETEREYA TIRKIYÊ DIKE YEK

Girêdayî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Dîsa bajarê Sirte yê bi petrolê dewlemend e, lîbyayî kirin yek. Her wiha piştî amadekariya gel di têkbirina rêxistina DAIŞ’ê û milîsên tundraw de ku hewl didan krîz û gendeliyê belav bikin, îro refên lîbyayiyan di bin alekê de dibin yek ku li hember destwerdanên Tirkiyê bisekinin û piştevaniya artêşê li ser serweriya nîştimanî dikin."

(fr)


Mijarên Din