Rojeva rojnameyên erebî – 11 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya di navbera Îran û Îsraîlê de nivîsîn, her wiha mijarên destwerdana Tirkiyê bo Lubnanê û rewşa Lîbyayê di rojevê de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎSRAÎLÊ DER BARÊ ‘ENIYA ÎRANÊ’ LI SÛRIYÊ DE HIŞYARÎ DA

Rojnameyê wiha nivîsî:  "Duh Îsraîlê hişyarî da ku Îran dixwaze eniyekê li başûrê Sûriyê ava bike. Serokê demkî yê hikumetê Benny Gantz duh got ku artêşa wan "bi awayekî çalak û bi şêweyên veşartî û eşkere, ji bo ku Îran şaxeke Hizbullaha Lubnanê li başûrê Sûriyê û li ser sînorên Îsraîlê ava neke, dixebite."

Gantz, ku duh di civîna komîteya parlemanê ya ewlehî û kar û barên derve de diaxivî, got: "Îran bi hemû awayan dixwaze desthilata li herêmê pêk bîne, mijar ne Îran an jî Îsraîl e, lê mijareke herêmî û cîhanî ye, ji ber ku ew ji bo her kesî metirsî ye. Lê Îsraîlê barê cenga li dijî Îranê girtiye ser milê xwe, tevî hemû aloziyê siyasî, civakî, tenduristî û aborî jî ew hewldana desthilatdariya li ser herêmê ranawestîne, niha jî dixwaze şaxekî terora xwe li Sûriyê veke, em jî li hember wê ne."

EL-EREB: MEZHEBPERESTÎ PÊLIKA TIRKIYÊ JI BO DERBASBÛNA LUBNANÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Di demekê de ku desthilata Lubnanê hewl dide ku bandorên civakî û aborî yên teqîna li bendera Beyrûtê derbas bike, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ê mafê hemwelatiyê bide Tirkmenên Lubnanê, ev yek armancên Tirkiyê yên veşartî dide nîşan, bobelatên mirovî jî ji bo Erdogan dibin sedemên gurkirina nakokiyên navxweyî ji bo armancên xwe pêk bîne, armanc jî vejandina xilafeta Osmanî ye."

EL-BEYAN: AMERÎKA ÎNSIYATÎFA XWE YA ÇARESERIYA ALOZIYA LÎBYAYÊ PÊŞKÊŞ KIR

Rojnameyê nivîsî: "Li eniyên şer ên Sirte û Cefrayê, bêdengî heye, li aliyekî din hewldanên Amarîka ku nêrîna xwe biçesipîne dewam dikin, êrişa Amerîkayê jî ew e ku Sirte bibe herêmeke bêçek, zevî û kargehên petrolê bêne vekirin, hatinên petrolê bi awayekî wekhev li hemû herêmên welêt bêne belavkirin.”

Balyozê Amerîkayê yê Qahîrayê Jonathan Cohen duh nameya welatê xwe gihande serokê parlemana Lîbyayê Aqîle Salih, dema li paytexta Misirê li hev civiyan.”


Mijarên Din