Rojeva rojnameyên erebî – 15 Gulan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hebûna Îranê li Sûriyê, helwesta DYA’yê li hemberî nakokiya Mexrîb û Cezaîrê û rewşa Iraqê kir.

EL-EREB: PEMPOE GOT MAYÎNA EL-ESED REHÎNEYÊ VEKIŞÎNA ÎRANÊ YE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pempoe piştrast kir ku welatê wî û Îsraîl ji Tehran û Şamê re aşkera kir ku divê hêzên Îranê û milîsên wê ji Sûriyê vekişin."

Pempoe ji kanala Kan a Îsraîlê re bi rêya serdana ji Îsraîlê re ku çend saetan dom kiriye, wiha got: "DYA û Îsraîlê ji rejîma Îranê re diyar kir ku divê ji Sûriyê derkeve û ev mijar ji rejîma El-Esed re jî got." Lê belê çawaniya veguhastina vê nameyê nehat zelalkirin.

Nîşaneyên wezîrê karên derve yê DYA’yê destnîşan dikin ku bi kanaleke neyekser têkiliyên xwe bi Tehran û Şamê re danîne û tê texmînkirin ku ev kanal Rûsya ye, nexasim hin agahiyên di vê dawiyê de hatin belavkirin ku Rûsya hewl dide Tehranê îqna bike ku ji Sûriyê vekişe.

Li gorî agahiyên heyî, lihevkirineke Rûsya, DYA û Îsralê li ser pêwîstiya sînordarkirina hebûna Îranê pêk hatiye, ji ber ev ne tenê gefan li berjewendiyên DYA’yê û ewlehiya Îsraîlê dixwe, lê belê bûye bareke mezin li ser Rûsyayê jî. Rûsya dibîne ku mayîna Îranê li Sûriyê şerê li Sûriyê girantir dike û çareyekê bi xwe re nayne.

Şîrovekar dibêjin ku daxuyaniyên Pempoe ne tenê li dijî Îranê bûn lê belê li dijî rejîma El-Esed jî bûn, heke El-Esed mayîna li ser desthilatê xwest divê piştevaniya planên vekişîna hêzên Îranê ji welat bike.”

ŞERQ EL-EWSAT: CAREKE DIN NAVBERA CEZAÎR Û MEXRIBÊ DE ALOZÎ

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsand ku ji ber belavbûna dîmena balyozê Mexribê li Wehranê ya paytexta rojavayê Cezaîrê careke din di navbera Mexrib û Cezaîrê de nakokî derket.

Balyozê mexribî Ehredan Bûtahir di dîmenekê de ku pêr li ser malperên civakî hatibû belavkirin,  xîtabî çend kesên mexribî yên li Wahranê sekinîne, dikir, li pêşiya navenda balyozxaneyê protesto kiribûn û daxwaza vegera van kesên li welatê wan dikirin, di heman demê de hewl dida ku wan razî bike û protestoyê ji hev belav bike. Di dîmenan de dengê "Hûn rewşê dizanin…Em li welatê dijimin in." bilind dibin.

Balyozê mexribî bi civaka mexribî re hevpeyvînek çêkir û got ku ew "dengekî çêkirî " ye û wesfa Cezaîrê ya dewleteke dijminane red kir. 

Duh Wezareta Karên Derve ya Cezaîrê balyozê Mexribê vexwend û ragihand ku gotegotên der barê balyoz de belav bûne bi wezaretê re nîqaş kirine û ji wezaretê re got  ev yek  pîvanên dîplomatîk binpê dike, nayê qebûlkirin û di heman demê de têkiliyên her du welatên cîran xerab dike.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku divê desthilata Mexribê biryarên girîng bide û rê li pêşiya îdiayên vê bûyerê bigire.

EL-BEYAN: SERDANA MIKE POMPEO NAMEYA TÊKILDARÎ PLANA NÛ YE

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Şîrovekarên urdunî texmîn dikin ku serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pempeo ji herêmê re û hevdîtina bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu û wezîrê parastinê yê hikumeta Îsraîlê ya bê Bênî Gantiş re dê nîqaşên der barê dema pêkanîna plana Îsraîlê ya qezenckirina parçeyên Difa El-Xerbiyê ya dagirkirî de derxe holê."

Serdan beriya hikumeta Îsraîlê li pêşberî parlamantoya Îsraîlê (Kinêst) sondê bixwe, pêk hat, di vê derbarê de şîrovekar texmîn dikin ku rêveberiya DYA’yê tev li projeyên dagirkeriyê dibe lê tevî vê yekê jî rê li pêşiya diyalogên bi Filistînê re vekirî dihêle.”

EL-EREB: MISTEFA KAZIMÎ ÇAVÊN XWE LI NAVBEYNKARIYÊ DIGERÎNE KU NAKOKIYA TEHRAN Û WASHINGTONÊ SIVIK BIKE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên li Iraqê diyar kir ku serokwezîr Mistefa Kazimî dest bi kar û xebatê kiriye da ku di navbera DYA û Îranê de navbeynkariyê bike. Armanca Mistefa Kazimî ew e ku di demeke wiha awarte de serkeftina erka wî ya zehmet nas bike ku bi sarkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de yên têkildarî serweriyên li Iraqê beşeke mezin ji erka wî dê bisekine û dihêle ku welat li kar û barên xwe vegere.

Fermandarekî Koalîsyona El-Hikmê ya ku Emar El-Hekîm serkêşiya wê dike Fadî Şemerî parve kir ku Mistefa Kazimî ji bo rewşa herêmê bi ewle bike dest bi liv û tevgerê kiriye lê ragihand ku serokwezîr ji ber têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî serkeftî ye.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî texmîn dike ku herêm ji navbeynkariya  Îran û DYA`yê re amade ye.

Çavkaniyên dîplomatîk ên li Bexdayê piştrast kir ku serokwezîr herî kêm hevdîtina bi berpirsên Ereban re berdewam dike û nîqaşa navbeynkariya di navbera DYA û Îranê dike."

 (fr-eh)


Mijarên Din