Rojeva rojnameyên erebî-15`ê Sibatê

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijaran kir ji wan şerê li Idlibê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê û aloziya Lubnanê kir.

EL-ŞERQ EL-EWSET: ALOZIYA RÛSYA – TIRKIYÊ XISTINA BALAFIRÊ Û KUŞTINA QUNSULXANE ANÎNE ROJEVÊ

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosya Sûriyê, rewşa Idlibê û nakokiyên Rûsya û Tirkiyê kir. Di vê der barê de rojnameya El-Şerq  wset wiha nivîsand:"Ji beriya çend salan de îşaretên ku têkiliya Rûsa – Tirkiyê ber bi nebaşbûnê ve diçe, nema. Tenê hevdu der barê gûrkirina helwestan der barê Idlibê de tewanbar dikin.

Ji bo parastina balyozxaneya Rûsya li Enqereyê, Moskovê ragihand ku wan tedbîrên ewlehiyê xurt kirine. Ev yek piştî hişyariya balyozê Rûsyayê ku rewşa li Idlibê li ser torên civakî yên Tirkiyê "hêrseke dijberî Rûsya" ava kir, pêk hat.

Di daxuyaniyên çapemeniyê de wiha hat gotin: "Rageşiya li Sûriyê bi gelek bi êş û mertisîdar e. Efserên Rûsyay jiyana xwe ji dest dan, piştî wê jî leşkerên Tirk hatin kuştin. Niha jî ev hêrsa hovane li ser torên civakî."

Balyozê Rûsyayê diyar kir ku ew rasterast li ser tevna civakî bi hevokên wiha; Xatir ji jiyana xwe bixwaze, kes li ser te xemgîn nabe, dema şewitandina te hatiye, gefa kuştinê xwariye.

Balyozê Rûsî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hin nivîs û nivîskarên tîna xwînê, hêrs û acizî bi wan re heye, dihêle ku bi nikarbin bi awayekî mantiqî bifikirin." Her wiha destnîşan kir ku beriya 5 salan ev atmosfêr derketiye holê û wiha got: "Li şûna Idlibê, şer li Helebê bûn. Di encama aloziyê de balafireke şer a Rûsya hate xistin û balyozê Rûsî Andrei Karlov hate kuştin."

Piştî ku dewleta Tirk îdia kir ku qada hewayî ya Tirkiyê hatiye binpêkirin û xistina balafira şer a Rûsyayê di Mijdara 2015`an de, Moskovê hemû dan û satandinên bazirganiyê qut kir û şerekî dijwar ê siyasî û ragihandinê dest pê kir. Her wiha serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîb Erdogan ji bo aramkirina rewşê lêborîn pêşkêş kiribû ku piştî çend mehan bi navbeynkariya Kazaxistanê hate erêkirin.

Hîna rewşa di navbera her du welatan de tam aram nebûbû, di dawiya sala din de balyozê Rûsyayê li Enqere di dema beşdarbûna wî di çalakiyeke çandî ku tedbîrên ewlehiyê tê bi awayekî ku bi xwe re pirsan derdixe holê tê de kêm bûn, hate kuştin. Li ser wê yekê Moskovê dewleta Tirk careke din tewanbar kir ku ji bo parastina balyozê wê tedbîrên pêwîst negirtine. Tiştê balkêş di her du bûyeran de ku Enqereyê piştî demekê berpirsyarî xist stûyê "aliyên ku bi zanabûn têkiliyên bi Moskov re xirab dikin û di serî de koma Fetihallah Gulen.

EL-BEYAN: EL-HERÎRÎ BIDAWÎBÛNA LIHEVKIRINÊN SEROKATIYÊ LI LUBNANÊ RAGIHAND

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê hikumet Lubnanê yê berê Seed El-Herîrî duh bidawîbûna lihevkirinên serokatiyê ragihand, ku serok Mîşêl Un sala 2016`an serokatî bi dest xist û banga hilbijartinên parlamanê yên berî wextê kir."

(cx-bx)


Mijarên Din