Rojeva rojnameyên erebî – 19 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro îşaret bi aloziya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de kir û her wiha bal kişand ser xetereya ku dewleta Tirk li Deryaya Spî çêdike. Aloziya siyasî û kar û barên avakirina hikûmetê li Iraqê jî di rojeva rojnameyan de cih girt.

ŞERQ EL-EWSAT: ERDOGAN Û PÛTÎN LI IDLIBÊ; YEKITIYA EDENE Û SOÇIYÊ

Rojnameyê der barê aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê ya li Idlibê de wiha nivîsî: “Her du serok Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan, li Idlibê siyaseta “keviya zinarê” dilîzin. Her yek ji wan pelikên xwe bi siga xwe ve dike, şano jî Idlib e. Encamên arîşeyê girêdayî hin tiştên stratejîk in, lê dibe ku di navbera her du lihevhatinên Adana û Soçiyê de yekitî çêbe.

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Li gorî berpirsekî rojavayî yê agahdar, armanca Pûtîn ya sereke niha ku li herêma hikûmetê damarên aboriyê vebin. Da ku hikûmet karibe beramberiya fişarên Amerîkayê yên aborî bike. Her wiha dê beriya pêkanîna zagonên ‘Sezar’ ên meha Hezîranê, rewşeke nû li ser erdê ava bike.

Her wiha Pûtîn dixwaze beriya hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê ku dê nîvê sala 2021`an pêk bê, hin rewşên nû ferz bike. Bi vî awayî dê Rûsya karibe kampanyaya “rewakirina rejîmê” bi rê ve bibe û Şamê vegerîne nava malbata erebî”.

Wezarete Parastinê ya Rûsyayê dixwaze li Sûriyê nimûneya Grozniyê pêk bîne, nimûneya ku bajaran vala bike, ne mirov û ne keviran tê de nehêle, paşê ji nû de ava bike û xelkê tê de bi cih bike.

Ji bo vê armancê niha hevsengiyek heye, di navbera pevçûnên li erdê û diyaloga siyasî de, dê bixwaze bigihîje vê armancê, çi bi rêyên dîplomatîk çi bi agir. Ew pala xwe dide çi? Dide hêza agir ku ew bûye aktorê sereke. Her wiha pala xwe dide wê yekê ku pir dewlet hene dixwazin Tirkiye qels bibe.

Bi taybet ku hebûna wê li Sûriyê ne rewa ye. Her wiha pala xwe dide helwesta Îranê ku niha li Idlibê li aliyê Moskov û Şamê ye.

Erdogan êdî dosyaya Idlibê wek mijara ewlehiya neteweyî ya hundirîn dibîne, lewma gelek hêz û leşker bi rê kirin Idlibê û gundewarên wê, ew ta niha di statuya parastinê de ne. Her wiha Erdogan zimanê siyasî li dijî Moskov û Şamê bilind kir. Dixwaze hêzên hikûmetê beriya dawiya meha Sibatê, vegerin xetên xwe yên berê.

Ew pala xwe dide çi? Ew dibêje ku Pûtîn destkeftiyên ku dewleteke NATO’yê bi dest xistine zû ji destên xwe bernade, çi mijara têkiliyên aborî û leşkerî çi jî mijara sîstema moşekan a S-400’an.

Her wiha Erdogan pala xwe dide piştgiriya hin dewletên rojavayî bi taybet Amerîkayê ku şandêrê serokatiya Amerîkayê James Jeffrey diyar kir ku welatê wî li aliyê hevalbendê xwe yê NATO`yê û piştgiriya daxwazên Enqereyê dike, her wiha soz da ku piştgiriya dîplomatîk û îstixbaratê pêşkêş bike.

Lewma hîna derfet heye ku lihevhatineke li Idlibê pêk bê, siyaseta “keviya zinarê” dibe ku peymaneke di navbera Sezer û sultan de pêk bê. Yek ji aliyên vê lihevhatinê dê wiha be: xetên temasê yên nû dê bêne destnîşankirin, li bakurê rêya Heleb-Şam û Heleb-Laziqiyê, beramberî wê dê hêzên Tirkiyê li “herêma bêçek” ya nû bi cî bibin.

Dibe ku her du lihevhatinên Edene û Soçiyê bikin yek, hebûna Tirkiyê rewa bikin û deriyê siyasî di navbera Şamê û Enqereyê de vekin û lihevhatin bigihîje rojhilatê Firatê, jixwe duh dewriyeyên hevbeş di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê kirin.

EL-EREB: KONGREYA BRUKSELÊ DER BARÊ XETEREYA DESTWERDANA TIRKIYÊ YA DERYAYA SPÎ DE HIŞYARÎ DA

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Parlamenterên Ewropayê û siyasetmedarên Tirk û hin pisoprên navdewletî ji bo xetereya destwerdana Tirkiyê ya Deryaya Spî, hişyarî da. Wan di axaftinên xwe yên komcivîna ewropî de ku roja 18`ê Sibatê li Parlemana Ewropayê li Brukselê hate lidarxistin, bal kişand ser metirsî û xetereyên destwerdana Tirkiyê ya li Deryaya Spî.

Komcivîna ewropî bi sernavê “Destwerdana Tirkiyê bo Deryaya Spî: Sedem, armanc û metirsî” hatibû lidarxistin.

EL-BEYAN: HIKÛMETA ELAWÎ DI NAVBERA DAXWAZÊN XWEPÊŞANDÊRAN Û MERCÊN PARTIYAN DE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsand: "Serokwezîrê erkdar ê hikûmeta Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî hewl dide astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê derbas bike. Ew di navbera daxwaz û nerazîbûna xwepêşandêran û mercên partî û hêzên siyasî de maye. Bi taybet ji ber ku piraniya kesên ku siyasetê dikin, haya wan ji pirsgirêkên welêt û daxwazên xwepêşandêran tune ye. Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî hişyarî da ku ew ê tev li hikûmeta Elawî nebe. Her wiha Elawî hewl dide hevdîtineke din bi partiyan re pêk bîne, piştî ku hevdîtina yekemîn a din bi ser neket.


Mijarên Din