Rojeva rojnameyên erebî - 2 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro behsa nakokiyên Îsraîlê û Îranê yên li Sûriyê, rewşa Lîbyayê û belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) kir.

EL-EREB: LEWAZKIRINA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ ARMANCA SEREKE YA ÎSRAÎLÊ YE

Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ji nû ve destpêkirina topbarana Îsraîlê li ser xaka Sûriyê ku civîna efserên payebilind ên artêşa hikumeta Sûriyê û Pasdarên Îranê kirine armanc, her wiha barê çekan ên ku gihaştine balafirgeha Teyfûr a leşkerî, nameyên dualî ji Îranê û hundirê Îsraîlê re bi xwe re tîne.  

Balafirên Îsraîlê roja sêşemê saet di 20:00`an de dest bi bombebaranê kir, armanca ji vê bombebaranê jî ew e ku ji Îsraîlê ferz dike ku civîn û liv û tevgera Pasdarên Îranê li hundirê Sûriyê werin şopandin û bi awayekî veşartî jî.

Çavkaniyên herêmî yên Sûriyê ji El-Ereb re piştrast kir ku barên çekan ên ku hatine hedefgirtin, di nava rêzebombebaranên Îsraîlê de ye ku gihaşt balafirgeha Teyfûr a parêzgeha Humisê. Balafirgeha Teyfûr wek navenda operasyonên Pasdarên Îranê tê naskirin.

Çavdêrên rewşa Îsraîlê dişopînin, destnîşan kir ku hedefa dawîn a bingehîn e, tevî astengiyên hundirîn ên Îsraîlê, lê wê çavên xwe ji hebûna Îranê li Sûriyê re ku wekî metirsiyekê ji xwe re dibîne, negirtine.”

EL-BEYAN: ÇAVDÊRIYA QEDEXEYA ŞANDINA ÇEKAN JI LÎBYAYÊ RE Û HÊRSA ÎXWANAN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di navbera erêkirina artêşa nîştimanî ya Lîbyayê û hêrsa Îxwanan û parastina hikumeta Fayîz El-Sîrac li Terablusê de duh Yekitiya Ewropayê bi awayekî fermî bi armanca çavdêrkirina biryara NY`yê ya qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re, operasyonek ragihand û dê balafir, dewriyeyên keştiyan li hemberî peravên Lîbyayê kontrol bikin."

ŞERQ EL-EWSAT: KARESATA KORONAVÎRUSÊ; MILYONEK KES NEXWEŞ IN

Têkildarî belavbûna Koronavîrusê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ketine, zêdetirî milyonek kesî ye, di heman demê de hejmara kesên bûne qurbanî jî zêdetirî 46 hezar kesan e û piraniya wan ji Ewropayê ne.

Serokê Amerîkayê Donad Turmp bang li welatiyên xwe kir ku xwe ji bo çend hefteyên biêş û belavbûna nexweşiyê amade bikin, ji ber ku texmîn dike ku derdora çaryek milyon kes bibin qurbanî ji ber vê yekê DYA`yê sêçariyeke amerîkanan xistiye karantînayê."

eh


Mijarên Din