Rojeva rojnameyên erebî - 20 Sibat  

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û arîşeya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê li Idlibê, her wiha rewşa Tirkiyê ya hundirîn û têkiliyên Îran û Amerîkayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet rewşa Idlibê û arîşeya di navbera Rûsaya û Tirkiyê de.

El-BEYAN: LIHEVHATINÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ TÊK ÇÛN, VEGERIYAN XALA DESTPÊKÊ

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Wekî dihate payîn, Rûsya û Tirkiyê der barê arîşeya li Idilbê de li hev nekir, di civîna sêyemîn de ku di navbera nûnerên her du welatan pêk hat, beriya wê jî du hevdîtinên din li Enqereyê têk çûn.

Tevî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku dê di nava çend rojan de di navbera her du serokan Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan de hevdîtin pêk bê jî, lê ji daxuyaniya hempîşeyê wî yê Rûsyayê Sargy Lavrov a der barê heman mijarê de, xuya ye ku Moskov ne geşbîn e, Lavrov got “Ji bo hevdîtineke wiha tu agahî û amadekarî tune ne.”

Daxuyaniyên Lavrov derî li pêşiya hemû gumanên ku Rûsyayê helwesta xwe ya der barê hevalbendê xwe Şamê de biguhere, girtin. Her wiha wezîrê rûsî berpirsyariya têkçûna rewşa Idlibê avête ser milê Tirkiyê û diyar kir ku Tirkiye xalên lihevhatina Soçiyê pêk neanîne. Dîsa dubare diyar kir ku welatê wî dê piştgiriya operasyona artêşa Sûriyê li Idlibê bike.

Pisporê leşkerî yê rûsî Evgeny Boginsky dibêje tevî gefên ku Erdogan dixwe jî, lê ew dê tu operasyonên berfireh li dijî artêşa Sûriyê neke, ji ber ku ev yek dê bibe sedema arîşeyeke mezin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de.

Boginsky dibêje daxuyaniyên Erdogan ji propagandayê ne, hevdîtinên bi Moskovê re jî dê dewam bikin, her ku ew mecbûr e begera hevdîtinan, bi sedema aloziya hundirîn a Tirkiyê, yan jî dê du bijarte li pêşiya Erdogan hebin, yan dê biryareke siyasî ya aqilane bide, yan dê piştgiriya komên çekdar û terorîst ên li bakurê Sûriyê dewam bike.

Her wiha dibêje “Ji bilî vê arîşeyê, rastiyek heye ku artêşa Sûriyê hêzên hikûmetê yên fermî ne, hevalbendên wê hene, êrîşa li dijî artêşê tê wateya şerê di navbera du dewletan de, ev yek jî dê ji bo artêşa Tirkiyê ne mîna “seyranekê” be.

EL-EREB: MEDYAYA TIRKIYÊ BI FERMÎ ERKDAR E: JI BO PARASTINA PROJEYA SULTAN BANG LI OSMANIYÊ BIKIN

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Medyaya fermî ya Tirkiyê û ya nêzî hikûmetê, mijara vejandina serdema Osmaniyan xistiya rojeva xwe, her wiha hewl dide serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wek sultan û lîderê ‘ûmeta îslamê’ bide nîşandan, ev tişt bi taybet di medyaya Tirkiyê ya bi zimanê erebî de dibe.

Di medyayê de manşetên wiha derdikevin pêş “Sultanê Osmanî welatiyên Îrlandayê ji birçîbûna petatan xelas kirin”, “Comerdiya Osmaniyan bi bêbextiya Ewropiyan hate pêşwazîkirin, dema ku balyozên Ewropa kîsê sultan dijiyan”. Her wiha li ser medyaya civakî dîmenê tê weşandin ku serokê Tirkiyê Erdogan hatiye vexwendin da ku li Pakistanê imamiya nimêja înê bike”. Ev tişt dûrî nûçegihaniyê bi awayekî ajîtasyon û propagandayê tê kirin û arşîvên dîrokî têne bibîrxistin.

ŞERQ EL-EWSET: POMPEO DÊ SERDANA RIYADÊ BIKE, KAMPANYAYA FIŞARÊN LI DIJÎ ÎRANÊ DEWAM DIKE

Der barê mijara arîşeya di navbera Amerîka û Îranê de rojnameyê nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê ji bo sê rojan serdana Riyadê bike, tê payîn ku bi rayedarên Siûdiyê re mijarên têkiliyên her du welatan û mijarên herêmê binirxîne.

Pompeo li Balafirgeha Qiral Xalid a navdewletî, ji aliyê prenses Rîma keça Bender bîn Sultan bin Ebdilezîr balyozê Siûdiyê li Amerîkayê, her wiha balyozê Amerîkayê li Siûdiyê Gone Ebîzêd hate pêşwazkirin.”

(kn)


Mijarên Din