Rojeva rojnameyên erebî – 21 Tîrmeh

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser planên Rûsyayê yên nû yên serweriya bi giştî li Idlibê û amadekariyên Misirê yên derbasbûna xaka Lîbyayê ku li hember dewleta Tirk bisekinin.

ŞERQ El-EWSAT: METIRSÎ HEYE KU TIRKIYE DERGEHA BAB EL-HEWA RADESTÎ RÛSYAYÊ BIKE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Şêniyên parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojahiyê Sûriyê ji serwerîkirina Rûsyayê ya li ser dergeha Bab El-Hewa ya bi ser sînorê Tirkiyê re metirsîdar in ku Enqere bersiva fişarên Moskovê bide. Ji ber ku ew dergeha yekane ya derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya Tirkiyê ye."

Li aliyekî din di raporan de hat bibîrxistin ku Rûsya plan dike ku serweriyê li ser dergehê bike ku hêzên rejîma Sûriyê bi 20 km dûrî wê li ser rêya Şam-Laziqiyê ya M4 in. Her wiha dibe ku plana Rûsyayê hebe û Tirkiye jî dizane ku dê di rêya Etarib-Bab El-Hawa re bigihîne dergehê.

Çavdêran hişyarî da ku dibe Tirkiye serweriya Rûsyayê li ser dergehê qebûl bike, ew jî tê wateya serweriya nêz a rejîmê li ser tevahî Idlibê bi rêya neçarkirina şêniyên wê ya radestbûnê.

EL-EREB: TELEFONA TRUMP BIRYARA DESTWERDANA LEŞKERÎ YA MISIRÊ NEGUHERAND

Der heqê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Telefona serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî ya bi serokê Amerîkayê Donald Trump re ya duh, biryara Misirê ya destwerdana leşkerî li Lîbyayê da ku li hember berjewendiyên Tirkiyê bisekine, neguherand."

Duh parlamentoya Misirê bi giştî li ser şandina hêzên çekdar ên Misirê ji bo erka şerê li derveyî sînor ku parastina ewlehiya nîştimanî ya ber bi stratejiya Lîbyayê ve bike, erê kir. Dê şer li hember milîsên tundraw û terorîstên biyanî be heta ku erka hêzê bi dawî dibe.

Naveroka destûra rewabûna çi xebateke leşkerî li derveyî welêt, Misirê bi giştî rewabûnên guncaw ên li derve û hundir temam kirine ku mafên wê ye bi vê erkê rabe. Berê jî erêkirina eşkere ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, parlamento, mezinên şêxan û rûspiyên qebîleyên Lîbyayê wergirtiye.”

EL-BEYAN: EREBISTANA SIÛDÎ Û IRAQ TÊKILIYÊN XWE BI HINDEK LIHEVKIRINAN XURT DIKIN

Rojnameya El-Beyan behsa têkiliyên di navbera Iraq û Erebistana Siûdî de kir û wiha nivîsî: "Piştî ku Erebistina Siûdî û Iraqê lihevkirina der barê paşdexistina serdana serokwezîr Mistefa Kazimî de ji Erebistana Siûdî re ragihand, Kazimî tekez kir ku ew der barê siberoja têkiliyên di navbera her du welatan de kêfxweş e.

Kazimî tekezî li ser girîngiya têkiliyan kir û der barê wê de li ser Twittterê wiha got: "Têkiliyên Iraq û Erebistana Siûdî xurt in û têkildarî baweriya bi berjewendiyên stratejîk ên hevbeş in. Têkildarî wê  kêfxweş im. Ez bi hêvî me ku qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdullezîz di demeke nêz de baş bibe û ji nexweşxaneyê derkeve da ku derfet ji min re çêbe ku serdana Erebistanê bikim."

Erebistana Siûdî û Iraqê çend peyman di nava meclisa koordînasyona Siûdî-Iraqî de mohr kirin.”

(fr-bx)


Mijarên Din