Rojeva rojnameyên erebî – 22 Gulan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, çalakiya gelê Tunisê li dijî El-Xenoşî û şerê li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, çalakiya gelê Tunisê li dijî El-Xenoşî û şerê li Lîbyayê kir.

EL-EREB: TIRKIYÊ HÊZÊN KURD ÊN LI SÛRIYÊ HEDEF DIGIRE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirk û milîsên sûrî yên alîgirên wê bi her rêbaz û kiryarê hebûna Kurd a li nêzî sînorê wê li aliyê Sûriyê hedef digirin, di vê dawiyê de jî bi mebest berhemên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzbûna mewsima çandiniyê re şewitandin û dişewitîne."

Rojnameyê diyar kir ku berê jî dewleta Tirkiyê li gel xeteriya berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê av li ser piraniya şêniyên Hesekê qut kir, bi wê re jî rêxistinên navneteweyî ev yek rexne kir.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku çeteyên Enqereyê di rojên borî de agir bi zevî û berhemên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nêzî sînorê wê ne, xist. Ew yek jî bi moşekan pêk hat. Her wiha şênî jî di vemirandina şewatên bimebest de ku nêzî herêmên di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyan de li gundewarên Heleb, Hesekê û Reqayê ne, astengiyan dikişînin.

Di çarşema borî de şewatên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema topbaranên hêzên Tirkiyê û çeteyên wê li berhemên genim û ceh çêbûn, şewat li gundên Meişebe, Eboş û Xirbet Şiîr ên li herêmên QSD’ê yên li nêzî eniyên şer çêbûn.

ŞERQ EL-ESWET: BANGÊN JI BO DESTWERDANA SEROKÊ TUNISÊ YA RAWESTANDINA ZÊDEGAVIYÊN EL-XENOŞÎ

Der barê Tunisê de rojnameya Şerq El-Ewest wiha nivîsî: "7 partiyên muxalif ên Tunisê bang li serok Qeys Seîd kir ku dest tê werde û serwriya xwe li dosyaya siyasî ya derveyî welat ferz bike. Ew bang jî piştî helwestên dawîn ên serokê Tevgera El-Nehda û serok parlamentoya Tunisê Raşid El-Xenoşî pêk hatin, bi taybet li ser pîrozkirina El-Xenoşî ya serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ya derbasbûna hêzên wî ji baregeha El-Wetiyê ya asîmanî re pêk hat, bi wê re jî gefan li jiyana tunsiyan di dosyaya Lîbyayê de dixwe."

7 partiyan pêwendiya El-Xenoşî bi El-Sîrac re daniye şermezar kir û diyar kir ku zêdegaviyên saziyên dewletê ne û têwerdana di şerê Lîbyayê de ye, her wiha partiyên muxalif da zanîn ku ji karê serokkomar e ku destwerdana li dosyaya siyasî ya li derveyî welat bike.

EL-BEYAN: OPRASYONA ASÎMANÎ YA MEZIN YA ARTÊŞA LÎBYAYÊ

Rojnameya El-Beyan wiha nivîs: "Serokê Erkana hêzên asîmanî ya artêşa Lîbyayê Seqir El-Ceroşî got ku pergala asîmanî li ber pêkanîna oprasiyona mezin a dîrokê li Lîbyayê ye, dê saetên pêş ji bo Erdogan pir bi êş bin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk piştevaniya xwe ji milîsên terorîst ên li Lîbyayê re bi hewldana rawestandina pêşketina artêşa Lîbyayê ya li dijî milîsên terorîst û tundraw, berdewam dike."

El-Ceroşî da zanîn tevahî nuqte û berjewendiyên dewleta Tirk li bajarên dagirkirî, di hedefa projeya balafirên Lîbyayê de ne û agahî dane sivîlan ku dûrî wan nuqteyan bin û wiha domand: "Bila gel biewle be dê parastina wan bi hemû heêza xwe heta tunekirina dijminê dagirker bikin."

El-Ceroşî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bang me ya dawî ji kesên tev li milîsan bûne ku xwe radest bikin heta ku ne li hember hêzên artêşa Lîbyayê bin."

(fr)


Mijarên Din