Rojeva rojnameyên erebî- 22 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê, hilbijartinên Îranê û belavbûna vîrûsa Corona li Rojhilata Navîn kir.

EL-BEYAN: PÛTÎN Û ERDOGAN DER BARÊ IDLIBÊ DE LI HEV NEKIR

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî mijara Idlib û nakokiyên Rûsya-Tirkiyê ye, di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hê jî rejîma Tirkiyê bi pêşdeçûnên li Sûriyê û lîstikên xwe de berdewam e. Bi wê re hewldanên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ên firehkirina dagirkirina Bakurê Sûriyê eşkere dibin."

Erdogan di gelek eniyan de hewl da piştevaniyê ji planên xwe re bi rêya lîstina li têla mirovahiy bi Fransa û Almanyayê re, wergire.  Her wiha Erdogan hêrsa serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bi rêya telefûna pê re eşkere kiriye, paşguh kir. Pûtîn ji Erdogan re eşkere kir ku tenê divê serweriya Sûriyê û yekitiya xaka wê bê parastin.

Pûtîn bi rêya telefûnê ji Erdogan re metirsiya xwe der barê kiryarên dijminatî yên terorîstên li Idlibê de ragihand, li aliyekî din jî Kremlinê mirsoger ku her du aliyên li ser pêwendiyên girêdayî Idlibê li hev kir û her wiha hat destnîşankirin ku divê rêzdarî li hember serweriya Sûriyê û aştiya xaka wê bê dayîn.

Di demeke berê duh de Erdogan dîsa red kir ku hêzên xwe ji Idlibê venakişîne û îşaret pê kir ku xebata li ser avakirina herêma tampon bi kûrahiya 30-35 km li seranserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ku tê de koçberên Sûriyê hene, berdewam e.

Erdogan hewl dide li ser mijara mirovahî bilîze ku dewletên Ewropayê bandor bike, her wiha bi rêya telefûnê bang li serokê Fransayê Emmanuel Macron û şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel kir ku pêngavên girîng pêk bînin da ku karesata mirovî li Idlibê pêk neyê.

ŞERQ EL-EWSET: HILBIJARTINÊN ÎRANÊ BERÊ ROJEVA WAN BI DAWÎ BÛNE

Der barê Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavdêran diyar kir ku hilbijartinên li Îranê berê li gorî şepêla Muhafezekaran hatiye diyarkirin. Ji ber ku Meclisa Sererastkirina Destûrê bi hezaran bernamzet ji Itîlafa Îslahî û Muitedil bûr xist."

EL-EREB: CORONA BI RÊYA QUM GIHÎŞT ROJHILATA NAVÎN Û GEFAN LI IRAQ, KIWÊT Û LUBNANÊ DIXWE

Der barê vîrûsa Corona rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:" Vîrûs Corona piştî ku di vê hefteyê de 4 kesan li Îranê jiyana xwe ji dest da, vîrûs gihîşt dewletên nû yên Rojhilata Navîn. Bi vê yekê metirsiyên mezin li herêmê belav kir û bû sedem deriyên sînoran werin girtin û derketina derve were qedexekirin. Di dema ku bajarê Qum ê Îranê bûye navendeke belavbûna nexweşiyê û bûye mîna  Wuhaneke nû li Rojhilata Navîn."

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê yekem nexweşiya bi vîrûsa Corona ragihand. Ew jî ji jineke bi balafirê ji bajarê Qum ê Îranê hatiye, balav bû. Ji ber kesên ku di encama vîrûsa Corona de jiyana xwe ji dest didin metirsiyên mezin ên balavbûna vîrûsa Corona li Iraqê çêbûne."

Çalakvanên Iraqî li ser tevna civakî banga girtina deriyên sînor ên bi Îranê re kir, her wiha çûn û hatina ji perestgehên olî ji Iraqê re were sekinandin. Ji ber bi milyonan ji gelê Îranê serdana Iraqê dikin. Ev yek jî tehdîd dike ku vîrûs bi awayekî berfireh li Iraqê belav bibe ku tu tiştên ku nehêle nexweşî li welat belav bibe tune ye.

Îraq û Kiwêtê çûna û hatina ji Îranê û ber bi Îranê ve qedexe kir, her wiha derbasbûna îraniyên ku berê xwe didin Necif û Kerbela ji bo serdana cihên şîî yên pîroz bikin, qedexe kir."

(fr-bx)


Mijarên Din